Senatorê Amerîkî yê Demokrat Robert Menendez, ku rexnegirekî xurt yê rêkeftina navokî ya ligel Îranê ye, îro Sêşemê ragihand ku di dengdana pejirandina wê rekeftinê de, ewê dengê “na” bi kar bîne.
Senator Menendez ku serokê berê yê Komîteya Peywendîyên Derve yy Civata Sanatoran e, îro li wîlayeta xwe ya xwecihî New Jersey peyîvî.
“Ezê dengê xwe dijî wê rêkeftinê kar bînim û eger ku Serok Obama biryara Senatoyê veto bike, hinge bo pûçkirina vetoya wî jî dengê xwe bidim.”
Li ber e Civata Senatoran û Civata Nûneran di dengdana meha Îlonê de rêkeftina navokî ya bi Îranê red bikin ku toleyên aborî yên ser Îranê radikin.
Hêjayî balkişandinê ye Serok Obama hewleke mezin dide ku piştgirî bo rêkeftinê peyda bike jiber ku bilî Komarîyan, gelek kesên nav partîya wî jî dijberî li rêkeftinê dikin.