Rêberê Bilind yê Îranê, Ayatollah Alî Xameneyî îro Duşemê got, çarenivîsa peymana navokî ya Îranê ligel welatên bihêz yên cîhanê hîn jî nezelal e, lê ewê Îran nexe jêr bandora Amerîkayê.
Xameneyî, desthilata herî bilind li Îranê, li ser malpera xwe got, tevî vê rêkeftina dîrokî, ewê Tehran rê li ber hemû hewildanên Amerîka jibo danîna bandorê li ser Îranê bigire.
Di heman daxuyaniyê de, Xameneyî Amerîka bi "maytêkirina" li Rojhilata Navîn tawanbar kir.
Wî got, "ew dixwazin Sûriye û Îraqê parçe bikin, lê bi alîkariya Xwedê ewê ev yek çê nebe."
Hêjayî gotinê ye, divê Kongresa Amerîkî li meha Êlûnê li ser rêkeftinê deng bide. Her du civatên Kongresê di destê Komariyan de û ew bi tund dijberiya vê rêkeftinê dikin.