Malbata Beytocan: Em ji Nûçeyên Derewîn Derbarê Wî Êdî Bêzar Bûne

Beytocan ligel birayê xwe Adarcan

Di hefteyên dawî de li ser medya civakî gelek agahîyên bê bingeh derbarê mirina hunermendê navdar Beytocan tên belav kirin.

Di wan parvekirinên medya civakî de saet û cihê rêuresma cenazeyê û cihê şînîyê jî tên destnîşankirin.

Digel ku malbata wî li dijî van agahîyan daxuyanî dan, lê li ser medya civakî parvekirina van agahîyên sexte hîn didomin.

Adarcan, birayê Beytocan e ku li Swêdê dijî, li ser rewşa dawî ya Beytocan jibo Dengê Amerîka agahîya da. Wî got ku ew jiber parvekirinên derewîn bêzar bûne.

''Beytocan sax e. Digel ku nexweşîya Beyto li qirikê belav bûye lê hale hazir ew baş e û ev xeberên derew Beytocan pir xemgîn dike.''

Adarcan da zanîn ku di 20’ê Tîrmehê de xwişka wan jiber nexweşîyeke giran koça dawî kir û dibe ku ev bûbe sedema tevlîhevîya agahîyan li cem xelkê.

''Meha çû, xwişka min ya ku sê sal ji Beyto mezintir bû, sê meh bû ew di komayê da bû û ji wî halê xwe xelas bû, çû rehmetê. Nizanim xelkê agahî lihev xistine, agahîyên tiroviro belav dibin. Medya sosyal jiber van agahîyan bûye bela serê me. Her roj tiştekî belav dikin. Em jî, Beyto jî pê dêşin,'' birayê hunermendê navdar da xuya kirin.

''Ka bifikire ku her sal du sê caran xebera mirina wî belav dikin. Ev ne kirinên baş in. Divê tiştên vir û derew belav nekin. Me deh caran nivîsand ku ji kerema xwe re heta yek ji malbatê agahîyek yan daxuyanîyekê belav neke, bawerî bi van agahîyên din neynin.''

Di sala 2020’an de di hestîyê çena Beytocan de girêkek pencşêrê peyda bû û doktor neçar man hestiyê çena wî bi emeliyatê derxin.

Beytocan sê sal tê dermankirin, lê li gor ahagîyên Adarcan da, girêkeka bi kanser li zengilora wî belav bûye ku ev girêkek har e. Doktor ew pênc caran bi radyasyonê derman kirine.

''Doktor wê girêkê bi radyasyonê sekinandin lê ev nayê wê wateyê ku bi temamî baş bûye, lê jiyana xwe ya rojane didomîne, li mala xwe ye, digere. Rewşeke ku bibêjin di ber mirinê de ye nîne,'' Adarcan got.

Beytocan 68 salî ye û ji bajarê Farqînê ye. Jiber sedemên sîyasî di sala 1992’an de koçberî Swêdê kir. Piştî 27 salan Beytocan di sala 2014’an de serdana Amedê kir.

Çend sitranên Beytocan yên ku êdî bûne klasîk ev in: Dinya Fanî, Yan Mirin yan Diyarbekir, Agir Ketiye Dilê Min, Gulazer, ligel hejmareke din ya berhemên balkêş.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Amedê