Balefireke bêmirov ya Amerîkî doh li nahîya Cindirêsê ya Efrînê serkirdeyekî rêxistina DAIŞ'ê ya terorîst kire armanc.
Wezareta Berevanîyê ya Amerîkî (Pentagon) di daxuyanîeke nivîskî de ragihand ku kesekî bi navê Mahêr el-Egal di êrîşê de hatiye kuştin.
Ji alîyê xwe ve berpirsê nivîsgeha ragihandinê ya Hêzên Sûrîya Deomkratîk (HSD) Ferhad Şamî dîyar kir ku Mahêr el-Egal tevlî koma çekdar “Ahrar el-Şerqîyê” bûbû û di bin çavdêrî û parastina Tirkîyê de li Efrînê dima, ku nasnameyeke bi navekî sexte jê re hatibû dayîn daku kesîtîya wî ya rast bê veşartin.
Herwiha Şamî ji Dengê Amerîka re eşkere kir ku el-Egal jiber kumkujîya Pirsûsê berpirs e, ku di sala 2015'an de dema komeke çalakvanên Kurd berê xwe didan Kobanê teqînekê ew armanc kiribûn, ku 33 tê de kesan jîyana xwe ji dest dabûn.
Şamî îdîa kir ku herêmên jêr destê Tirkîyê de ne veguherîne cihekî bi ewle jibo komên terorîst, ku HSD'ê gelek zanyarî di vê çarçovayê de de bi koalisyonê re parve kirine, herwiha bi bîr xist ku berê jî du xelîfeyên DAIŞ'ê li nêzî sînorê Tirkîyê hatibûne kuştin.
Her di vê derbarê de Tora Afrin Post agahîyên zêde dor êrîşê belav kirin û da zanî ku Mahêr el-Egal dema li ser motorsîklê bû hatiye armanc kirin, ew û kesekî pêre hatine kuştin.
Torê eşkere kir ku el-Egal berî du salan li gundê Xalta yê bi ser nahîya Cindirêsê ve bicih bûye, ku dest danîbû ser xanîyê welatîyekî Kurd yê bi nav Mihemed Îso.
Çavdêrîya Sûrî ya Mafê Mirovan jî agahî dor el-Egal belav kirin, ku ew walîyê Şamê di DAIŞ'ê de bûye û piştî rizgagkirina bajarê Reqa ji alîyê HSD'ê ve, wî xwe veşartibû û piştre bi alîkarîya komên çekdar yên bi ser Tirkîyê ve jibo herêma Efrînê hatiye veguhestin û li wir bicih bûye.
Çavdêrîyê dîyar kir ku jibo hêsankirina liv û tevgera el-Egal meclîsa xwecihî ku Tirkîyê ew erkdar kiriye nasnemyeke sextet jêre hatiye çêkirin.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku meha çûyê hêzeke koalisyonê bi ser gundekî Cerablusê de girtibû û serkirdeyekî DAIŞ'ê desteser kiribû, ku ew dever li bakur rojhilata Helebê ye û jêr kontrola Tirkîyê de ye.
Herwiha xelîfeya DAIŞ'ê Ebdulla Qerdaş jî di meha Sibatê de dîsa li tixûbê di navbera Efrîn û Îdlibê de hatibû kuştin, ku ew cih jî tenê 5 km ji sînorê Tirkîyê dûr bû.
Your browser doesn’t support HTML5