Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CENTCOM Dibêje Rêberekî DAIŞ'ê di Êrîşeke Esmanî de li Sûrîyê Hat Kuştin


Leşkerîya Amerîka îro Sêşemê ragihand ku rêberekî Dawleta Îslamî (DAIŞ) li Sûrîyê di êrîşeke esmanî de hat kuştin.

Fermandarîya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM) di daxuyanîya nivîskî de ragihand ku Mahîr el Egal di êrîşeke dronî de li bakurê rojavayê Sûrîyê hatiye kuştin û alîkarekî wî jî bi giranî birîndar bû.

“Piştî plankarîyeke rekûpêk ev operasyon bi serketî hate cîhanîn û li gor agahîyên pêşîn ti zarara sîvîlan çênebûye,” CENTCOM got.

Daxuyanîyê bi berdewamî bi bîr xist ku ew rêberî DAIŞ'ê yê pêncan e ku di êrîşeke esmanî ya Amerîkî de hatiye kuştin.

XS
SM
MD
LG