ÎHD Parlamanterê Kurd Mehmet Sîncar bi Bîr Anî

Your browser doesn’t support HTML5

Di 4’ê Îlonê ya salvegera kuştina parlamanterê Partîya Demokrasî (DEP) Mehmet Sîncar de, vê care jî çîroka wî hate xwendin
Komela Mafê Mirovan ya Tirkîyê (ÎHD) 656 hefte ne jibo ronîkirina aqûbeta kesên hindakirî û cezakirina kujer û berpirsên tawanan her roja Şemîyê li Amedê çalakî li dar dixe û her carê behsa çîroka kesekî nû dike.

Di 4’ê Îlonê ya salvegera kuştina parlamanterê Partîya Demokrasî (DEP) Mehmet Sîncar de, vê care jî çîroka wî hate xwendin.

Sîncar 28 sal berê, di dema lêkolîna kuştinên faîlên wan nedîyar de li Batmanê hatibû kuştin û doza wî îro Duşemê li Amedê tê dîtin.