Hêvîyên Xortê Kurd Mihemed Çawa li Zivistana Belarûsya Çilmisîn?

Mihemed Elî Okan, xortek 27 salî ji bajrokê Hezexê (İdil) ya Şirnexê bû ku du sal in hinda bû. Lê di 11'ê Cotmehê de bavê wî Nureddîn hîn bû ku Mihemed Elî li Belarûsya mirîye û li bajarê Grodno di goristaneke bêkesan de du sal in binaxkirî ye.

Malbata wî bi zehmetîyên mezin 29’ê Cotmehê de meytê Mihemed Elî anî Tirkîye û li Hezexê cara duyê ew sipart axê.

Di sala 2021’i de bi hezaran Kurd li ser sînorê Belarûsya xwest ku bi qaçaxî derbazî welatên Ewrupa bibin. Lê dewletên Belarûs û Polonya helwesta gelek tund nîşanê wan dan. Her du dewlet jî bi sedan penaberan ji sînorê xwe derxistin û wan li devera bêalî ya tampon hîştin.

Çîroka xemgîn ya Mihemed Elî Okan jî li wî sînorê destpê kir. Nureddîn Okan ji Dengê Amerîka behsa çîroak kurê xwe û serhatîya xwe ya li pey şopa lawê xwe kir.

Nureddîn Okan da zanîn ku kurê wî li Hezexê di kompanîyek enerjîya rojê de karker bûye lê di dema pandemîyê da jikar hatîye derxistin. Dema bêkar maye, bi armanca ku xwe bigîne Almanyayê, bi pasaporta xwe çûye Belarûsyayê.

''Şevek li Belarûsya man û derbasê Polonyayê bûn lê di seyareyek de hatine girtin û wan zîvirandine sînor û wan li erde bêalî ku dibêjin herêma tampon hîştin. Li wir 5 roj man, leşkerê Belarûs û Polonya nehîştin ku derbasê sînorê dewletê wan bibin. Piştî pênc rojan telefonê wan jî ji wan sendin, lê bi telefona xortek Kurdê başûr telefonê min kir û li ser Google mapê cîyê xwe ji me re şandin, gotin di destê leşkerê Belarûs da ne. Cîyê xwe ji Konsolosîya Tirkîye ya li Belarûsyayê re jîşandin. Lê ji 26’ê Mijdara 2021’an vir de têkilîya me qut bû.'

Wî da zanîn di rojên ku kurê wî li herêma tampon bûye, telefonê Balyozxana Tirkîye ya li Belarûsya kirine:

''Me ji konoslosîyê re got leşkeran telefonê wan ji ser wan sendine, di rewşek xerab da ne, lê ji wir jî tu mudaxaleyek çênebû.’’

Nureddîn Okan

Di nav du salan da Nureddîn Okan gelek caran çûye Belarûsya û li pey şopa kurê xwe gerîyaye. Serî li Artêş, Emnîyet û Sazîya îstixbarata wir kirîye.

''Min ji wan re got sax, mirî ez kurê xwe ji we dixwazim jiber ku herî dawî kurê min di deste leşkere we da bûye. ‘Ji min re gotin çawa tu dizanî ku kurê te di deste leşkerê me de ye?’ Min peyama dawîn ya kurê xwe nîşanê wan da ku li wir îzbat e di deste leşkerê Belarûsya da bûye.''

Lê heta meha tebaxa îsal, tu agahîyek bidest naxe û mecbûr vedigere malê. Di 11 Cotmehê de dîsa çûye Belarûsyayê û serdana Konsolosxaneya Tirkîye kirîye.

''Min gelek îsrar kir û got heta sax an mirî kurê min nedin min, ez ji vir naçim. Bi destûr û daxwaza Wezareta Karên Derve, em lê gerîyan, me encamek bidest xist. Me fotogarê wî nişan da, hîn kir ku kurê min du sal berê li sînor ji sermayê qefilî û mirîye. Doktorê ku kurê min otopsi kirîye ez pê re axivîm, rapora mirina wî nişan da. Çar mehan li morgê hîştine lê tu kesek lê xwedî derneketîye. Jê şûnda li bajarê Grodno’yê li goristanek weke bêkesan spartine axê.’’

Nureddîn got bi tîma ku meytê Elî ji sînor anîne nexweşxanê re jî axivîye.

''Yê ku cenazeyan birine nexweşxanê ji min re got digel kurê min, ew roj meytê heşt kesên din jî ji herêma tampon birine nexweşxanê û hemî jî wekî kurê min ji sermana qefilî ne. Sê xort ji Rojhilata Kurdîstanê, yek ji Turkmenîstanê bûye. Lê tevî kurê min nasnama pênc kes li ser wan tunebûye.’’

Wî da zanîn ku leşkere sînor yê Belarûs û Polonya, nehîştîne ku ev xort ji herêma tampon derkevin û li wir tî, birçî di sermayê de hatine hîştin.

''Ka mirov tî, birçî dikare çiqas bijî? Ew dem berf û serma jî hebû û hemî jî ji sermaye qefilî ne'' got Nureddîn Okan.

Wî da zanîn ku li gorî proseduran, heta sê sal temam nebe, nikarin meyt ji gorê derxin û bişînin welatên din.

''Min li Balyozxana Tirkîye gelek israr kir û got ez vê yekê qebûl nakim, jixwe we di roja serî de ez mexdûr kirime û di roja dawîn de nehêlin ku ev mexdûrîyeta min dewam bike. Berdela wê çi dibe bila bibe heta ez meytê kurê xwe nebim ez ji vir naçim.’’

Nureddîn bi derfetên xwe meytê kurê xwe di 29’ê Cotmehê de anî Hezexê û li wir spartin axê.

Nureddîn Okan, ji mirina kurê xwe leşkerên dewleta Belarûs û Polonya sûcdar dike. Ew xwe amade dike ku jibo bûne sedema mirina kurê wî, li dewletên Belarûs û Polonyayê doz veke. Lê dîyar kir jiber ku rê û rêbazên hiqûqî nizane, pêdivîya wî bi alîkarî û piştevanîya hiqûqzanên şareza û baroyên bajarê Kurdan heye.

Your browser doesn’t support HTML5

KHF_3_11_23_Nureddin Okan