Artêşa Tirkîyê ragihand ku di pevçûneke, li bejahîya Efrînê 8 leşker roja Pêncşemê hatine kuştin, 13 leşkerên din jî birindar bûn.
Wezîrê Berevanî Nurettîn Canîklî îro ragihand ku heta niha 41 leşker, 116 endamên Artêşa Azad ya Sûrî. bi giştî 157 kes di operasyona Efrinê de hatine kuştin.
Canîklî got ki di nav 614 kîlometre de heta niha 94 jîyangeh, 28 deverên girîng hatine bi dest xistine.
Serfermandarîya Tirkîyê jî daxuyanîyek belav kir û got ku "di operasyonê de heta îro 2295 terorîst hatin kuştin."
Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Ertugrul Kurkçu jî roja Pêncşemê pirsîyarnameyek pêşkêşî parlamentoya Tirkîyê kir û pirsî ku çima di nav hejmarên Tirkîye û rêxistinên navnetewî de ferqeke mezin heye.
"SOHR dibêje ku 261 şervanên YPG’ê, 280 endamên artêşa Tirkîyê ku 44 leşker in, di operasyonê de hatin kuştin. Ji destpêkê heta 29'ê Sebatê jî hejmara sîvîlên ku hatin kuştin 139 e. Sekreterê Neteweyên Yekbûyî Stephan Dujarik jî destnişan kir ku ew bi fikar in ku operasyona Tirkîyê dibe egera kuştina sîvîlan û koçkirina 6 hezar rûniştvanan."
Kurkçu xwest bersîva wî were dayîn ku çima di nav daneyên Serfermandarîya Tirkîyê û SOHRê de ferqeke ewqas mezin heye.
“SOHR ji çavkanîyên xwe ji herêmê digire. Gelo Tirkîye kijan çavkanîyan bikar tîne?"
Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.