Li Tirkîyê Rewşa Zimanê Kurdî ya Wek Dersa Bijartî li Dibistanan

Li Tirkîyê hefta pêş betlaneya dibistanên seretayî û navînî destpê dike û xwendekar jibo sala pêş dikarin dersên ku bixwazin bibijêrin.

Sendîkaya Perwerdehîyê (Egîtîm-Sen) û Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) bang li malbatan dikin ku bi zarokên xwe Kurdî bibijêrin.

Egîtîm-Sen bang li malbatan dike ku zarokê wan dersên Kurdî bibijêrin.

Rêvebirê Sendikayê li Amedê, Fesîh Zîrek da zanîn ku heta 20ê mehê dem heye ku de û bav jibo zarokên xwe dersa Kurdî bijêrin.

Hêjayî gotinê ye ku li Tirkîye Kurdî tenê weke dersa hilbijartî li dibistanan tê fêr kirin.

Di dema pêvajoya çareserîyê de li dibistanên serekî û yên navînî zimanê Kurdî ketibû nav dersên bijartî.

Jibo ku li dibistanekê pola Kurdî vebe, divê herî kêm 10 xwendekar Kurdî bibijêrin. Lê li dibistanan mamosteyek di heftê de herî kêm 20 saet divê ders bide û jiber ku Kurdî kêm tê bijartin mamosteyên Kurdî nikarin saetên xwe jî temam bikin.

Mamoste Fesîh Zîrek dîyar kir ev rewş dibe sedema ku mamosteyên Kurdî dest ji mamostetîya Kurdî berdin.

Li Tirkîyê li Zanîngehên Mardîn, Muş, Bîngolê beşa mamostetîya Kurdî heye. Her sal bi dehan mamoste ji vê beşê mezûn dibin, lê li hember vê rewşê hejmara mamosteyên ku tên erkdar kiein, ji 3 kesan nabore.

Zîrek dide zanîn ku niha nêzî hezar mamosteyên Kurdî li hêvîyê ne ku dest bi kare xwe bikin.

HDP jî bang li malbatên Kurd kir ku jibo zarokên xwe dersa zimanê Kurdî bibijêrin.

Your browser doesn’t support HTML5

KHF_01_14_2022_Kurdî_Dersa_Bijartî