Tevî Cudahîyan, Kurdên Sûrîyê Daxwaza Nûnertîyeke Yekbûyî li Şamê Dikin

Dîmeneke arşîvî ji kombûneke ENKS, PYNK û HSD.

Alîyên siyasî yên Kurd li Sûrîyê kar dikin jibo pêkanîna şandeke hevbeş bo nûnertîya daxwazên Kurdan ligel rêberên nû yên Şamê, piştî ketina rejîma Beşar el Esed.

Ji 2012'an ve, herêma Kurdan li jêr kontrola Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û baskê wê yê siyasî Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) ye. YPG niha beşekî serekî di nav Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) de ye. Ev kom deverê li jêr sîwana Xweserîya Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyê birêve bi awayekî defakto birêve dibin.

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) jî koalisyoneke partîyên Kurdî ye ku him nêzîkî Tirkîyê ne û him jî Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Kurdistana Îraqê.

Vê hefteyê, ENKS û HSD’ê civînek li bajarê Hesekê lidarxist, tê de karbidestên koalisyona dijî DAIŞ bi serkêşîya Amerîka amade bûn.

“Civîn jibo gotûbêjkirina damezrandina helwesteke Kurdî ya yekbûyî di çarçoveya Sûrîya nû de hate kirin. Alîyan ser girîngîya berdewamîya bilez ya hevdîtinan li hev kir, jibo çareserkirina pirsgirêkên kêşabar,” ENKS û HSD’ê di daxuyanîyeke hevbeş de roja Duşemê ragihand.

Silêman Oso

Silêman Oso, serokê ENKS’ê ku li civîna Hesekê beşdar bû, ji Dengê Amerîka re got ku gotûbêja di navbera herdu alîyan de zelal bû.

“Ev cara yekê ye di nav çar salan de ku em civînekê ligel fermandarê HSD’ê pêk tînin. Em di daxwazên xwe de zelal bûn. Me got divê pêş her tiştî dawî li girtina endamên me û şewitandina ofîsên me were kirin,” Oso da zanîn.

Wî herwiha dîyar kir ku di salên dawî de bawerî di navbera herdu alîyan bi awayekî berçav hatiye şikandin.

“Em nikarin bi şandeke yekbûyî herin Şamê eger ev pirsgirêk neyên çareserkirin,” Oso got û da xuya kirin ku Amerîka, Fransa û Brîtanya hewl didin ku herdu alîyên Kurd nêzîk bigihêjin rêkeftinekê.

Heta niha van sê welatan ti daxuyanî derbarê rola xwe di dîyaloga Kurdî-Kurdî nedane. Lê belê, ji destpêka ketina rejîma Esed ve, karbidestên Amerîkî, Fransî û Brîtanî dibêjin ku divê mafên Kurdan û kêmanîyên olî û netewî li Sûrîyê werin parastin.

Salih Mislim, karbidestê payebilind yê PYD, tekezî ser wê yekê kir ku Kurd bi şandeke yekbûyî û hevbeş ligel pêkhateyên din yên deverê wekî Ereb û Krîstîyan herin Şamê.

“Civînên heyî hîn di qonaxa şêwirê de ne. Tiştekî konkret derneketiye, lê ji xwe ENKS’ê hinek kesayetî şandine Şamê jibo hevdîtinan,” Mislim ji Dengê Amerîka re got.

ENKS dibêje ku ew kesayetî ne bi navê wê çûne paytexta Sûrî û ne jî bi desthilatdarên nû re hevdîtin pêk anîne.

Serokê ENKS’ê Oso got ku ti hebûn niha li Şamê nabe alternatîv jibo nûnertîyeke Kurdî ya yekbûyî.

Çavdêr hişyarî didin ku pêşketina xav û hêdî ya herdu alîyên Kurd dibe ku ziyanê bigihîne avakirina hebûneke Kurdî ya xurt li Şamê.

“Ev kêlîkeke dîrokî jibo Sûrîyê ye. Eger Kurd nûnertîyeke xurt û yekbûyî li Şamê nebe, dê daxwazên Kurdan ji alîyê desthilatdarên Îslamî ve werin paşguhxistin,” Zara Salih, şîrovekarê siyasî yê Kurd li Londonê got.

Your browser doesn’t support HTML5

Li Girkê Legê Gel Jibo Yekîtîya Nav Mala Kurdî Daketin Kolanan

Di çend rojên dawî de, zanayê olî yê navdar Murşid Xeznewî, kurê Şêx Masûq Xeznewî ku sala 2005'an ji alîyê hêzên ewlekarîya rejîma Sûrîyê ve hate kuştin, kempeynek destpê kiriye jibo nêzîkkirina alîyên siyasî yên Kurd.

Heyet Tehrîr el Şam (HTŞ), ku komeke Îslamî ye, grûpa serekî li nav desthilata nû li Şamê ye piştî ketina rejîma Esed. Karbidestên HTŞ, di nav de jî rêberê wê Ebû Mihemed el Colanî, ku niha bi navê Ehmed el Şera' tê nasîn, vê dawîyê daxuyanî dane ku mafên Kurdan di Sûrîya nû de dê parastî bin.

Rêberê HTŞ Ehmed el Şera' (naverast) ligel Murhef Ebû Qesra (rast).

Lê di hevpeyvînekê de berî çend rojan ser televizyona Hadath ya Saudî, Murhef Ebû Qesra, ku ji alîyê HTŞ ve wekî wezîrê berevanîyê di hikûmeta demkî de hatiye destnîşankirin, got ku ew federalîzmê jibo deverên Kurdan qebûl nakin. Wî federalîzm wekî alavek jibo parçekirina Sûrîyê binav kir. HTŞ ji alîyê Amerîka ve wekî rêxistineke terorîst tê zanîn, tevî ku vê dawîyê hevdîtin di navbera diplomatên Amerîkî û rêberên HTŞ'ê de pêk hatine.

Tevî hemû cudahîyên wan, partîyên Kurd li Sûrîyê banga federalîzmê dikin, wekî çareserî jibo daxwazên wan yên siyasî û herwiha jibo pirsgirêkên Sûrîyê bi giştî.

Lê belê, lêkoler Zara Salih dibêje, ne HSD, ne jî PYD û ENKS dikarîbûn vê daxwazê bi zelalî nîşan bidin.

“Gotara wan ya siyasî dem di ser re çûye piştî roxandina rejîma Sûrî. Lewra, pêdivîyeke lezgîn heye ku pisporên Kurd, rêberên civaka sivîl û kesayetîyên civakî yên bibandor beşdarî vê şanda ku diçe Şamê bibin. Divê Amerîka û alîyên din piştgirîya vê yekê bikin,” Salih got.