Vîdyoyek Sexte Civaka Kurd li Japonya Dixe Ber Pêleke Nû ya Nefretê

Belavbûna vîdyoyeke montajkirî li ser torên civakî li ser rola Kurdan di "terorîzmê" de, pêleke nû ya kîn û nefretê li dijî revenda Kurd li Japonê derxist, jiber wê jî şaredarê bajarekî Japonî got ku "Ez naxwazim, piştgirîya Kurdan bikin."

Ev vîdyo vedigere Çileya Pêşîn a sala borî dema ku televîzyona Asahi ya welêt nûçeyek çar û nîv li ser dîyaspora Kurd li Japonyayê amade kir. Di raporê de balê dikişîne ser dîasporaya kurdan, hewldanên kurdan yên ji bo serxwebûnê û şerê Tirkîyê yê li dijî PKKê.

Lê li ser torên civakî bi taybetî di X de nûçe vîdyo hatîye guhertin û destkarî tê de hatîye kirin tenê ew beş hiştine yên ku behsa nêrîna Tirkîyê ya li dijî PKKê dike û weha hatîye montaj kirin ku kurdên li Kawaguchi ya Japonyayê dijîn piştevanîya PKKê dikin.

Vîdyoya sexte 1 deqe û 12 sanîyeyî ya edîtorkirî ku di 25ê Mijdarê de li ser Xê hatîye weşandin, bi sernavê "Mijareke nakokbar: Civaka Kurd li Kawaguchi 'piştgirîya terorê dike', Hikûmeta Tirkîyê biryar dide ku saman û malê wan blok bike.

Li gor rojnameya Asahi Shimbun ku yek ji pênc rojnameyên herî mezin yên Japonê ye, ev vîdyo zêdetir ji 9 milyonan hatîye temaşekirin û weha nîşan daye ku berpirsên Kawaguchi wek piştevanê terorê nîşan dide û daxwazên Tirkîyê yên dijî “dijî terorê” red dikin.

Rojname dibêje, bi vîdyoyê kîn û nefret li dijî Kurdan derketîye holê, hinek welatîyên Japonî dibêjin, “Ev dagirkerîya welatê me ye” û hinek jî dibêjin, “Demildest dersînor bikin.

xwedîyê ku vîdyo weşandî ji Asahi Shimbuni re dibêje "Min vîdyo edit nekir, min tenê ew ji hesabek bîyanî girt û ew weşand. Min digot qey ew vîdyoya tevahî ye. Ji ber vê yekê dema ku min fêm kir ku vîdyoyek sexte ye û destkarî kîrye min ew jêbir," wî ji Asahi Shimbuni re got.

Di daxuyanîyekê de do, Asahi TV got ku belavkirina vîdyoyê "pirsgirêk çêkir" û ew li ser çawanîya bersivdayînê dixebite.

Civaka Kurd li Kawaguchi

Bajarê Kawaguchi ku vîdyoya nakokbar lê hatîye weşandin, nifûsa wê nêzîkî 600 hezar kes e û mezintirîn revenda kurdan li Japonê ye ku nêzîkî 3 hezar kurdan li wir dijîn.

Polîsan do dîyar kiribûn ku şaredarîyê ji ber gefên kuştinê bi îdiaya ku piştgirî dane Kurdan gilîyê wan kirîye.

Şaredarê Kawagochi Nobuo Okunoki got, "Em bang li hikûmeta niştîmanî dikin ku li dijî hin bîyanîyên ku neqanûnî dixebitin tedbîrên tund bistîne, me her weha got ku divê sîstemek were danîn heta ku ew bîyanîyên tên dersînor kirin di jîyanek baş de bijîn...Ez berevanîyê ji kurdan nakim."

Li gor çavkanîyên koçberên Japonyayê, piranîya Kurdên dîyaspora yên wî welatî di salên 1990î de ji 'Bakurê Kurdistanê" koçber bûne û ji ber sîstema tund a koçberan li Japonê jî mafê penaberîyê wernegirtine.

Japon yek ji tundtirîn qanûnên penaberîyê li wî welatî heye û girûpên rastgir bi taybetî partîya Japonya Yekem çendîn caran hişyarî dane metirsîya penaberan li ser ewlehîya çandî û aborî ya welatê wan.

Di nîvê sala 2022an de hikûmeta Japonê cara yekem mafê penaberîyê da Kurdekî ku ji Tirkîyê revîyabê.

Zextên Tirkîyê

Tevî qanûnên tund yên Japonyayê û rexneyên li dijî penaberan, civaka Kurd li wî welatî jî her tim rastî zextên dewleta Tirk tê.

Di Nîsana 2019an de dema ku Zanîngeha Tokyoyê biryara vekirina kursên zimanê kurdî da, mamosteyekî zanîngehê got ku Wezareta Karên Derve ya Tirkîyeyê ev biryar protesto kirîye.

Di meha Mijdarê de Tirkîyê bi tawana piştgirîkirina PKK’ê bi fermî Komela Çanda Kurd a Japonyayê weke rêxistineke terorîst bi nav kir.