Seydo ku niha 21 salî ye di sala 2014’an ve ji alîyê terorîstên DAIŞ’ê ve li Şingalê hatibû revandin. Ew paşê hatibû şandin bo bajarê Reqa li Sûrîyê ku wê çaxê wekî paytexta defakto ya DAIŞ’ê bû. Piştre ew bi zorê ligel çekdarekî DAIŞ’ê yê Filîstînî hatbiû zewicandin.