Agahiyên Dawî Yên Şerê Giwêran Li Hesekê

Syria Hasaka

Hêzên Sûrîya Demoqratîk di roja sêyem de oprasyoênên paqijkirina taxa Giwêran domand.

Li gorî agahîyên nû hejmara êrîşkarên Daişê digihêje 120 çekdarî

Ev agahî ji alîyê berpirsê navenda YPG Sîyamend Elî hat tekezkirin.

Li gorî agahîyan, hejmara kuştîyên Daişê gihişt 72 kesan di nav wan de 30 cenaze di destê şervanên HSD ne.

Li alîyekî din 3 endamên Hêzên Ewlekarîyê jîyana xwe ji dest dan her wisa di roja sêyem de birîndarên HSD hene.

Hejamra giştî ya şervanên HSD ku jîyana xwe ji dest dane gihîşte 21 kesan lê ev agahî nehat tekezkirin

Li gorî agahşîyên cûda ku jemara birîndarên HSD bi dehan e lê nehat destnîşankirin.

Li alîkî din, Balafirên apatçî derdora 10 xalan armanc girt.

Hat zanîn ku instûta endizîyaryê an ku bi navê Me’hed Muraqbîn tê nasîn bi apatçî hat armanckirin ku 7 çekdarên Daişê têde hebû. Ew devera armanckirî derdora 1km dorî girtîgehê y.

Derketina sivîlan di roja sêyem de sivik e û rûsipîyên bajarê Hesekê daxuyanî dan dezgehên ragihandinê û doz ji HSD kirin ku bi baldarî şer bikin ku sivîl werin parasti.

Berpirsê ragihandina HSD Sîyamend Elî bal kişand ku wê şer dirêj bike ji ber ku qada şer taxên sivîlan e û da zanîn ku çekdarên Daişê sivîlan weke mertalên zindî bikar tîn.

Ta dema amadekirna vê raportê şer û pevçûn berdewam in.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng/ Zana Omer