Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şerê Hêzên Kurdan û Daişê Li Sûriyê Berdewam e


Şer û pevçûn di navbera hêzên Kurdên Sûriyê û çekdarên Daişê de li bakur û rojhilatê Sûriyê bo roja sêyem berdewam e, piştî ku Daişê êrîşî zindana bajarê Hesekê kir ku nêzîkî 4,000 çekdarên Daişê tê de girtî ne.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ku bingeh li Londonê ye dibêje ta niha bêhtirî 70 kes di encama wî şerî de hatine kuştin.

Rêvebirê Çavdêriyê Ramî Ebdulrehman got:

“Ta niha herî kêm 28 endamên hêzên Kurdî, 5 sivîl û 45 endamên Daişê hatine kuştin."

Ew her wiha dibêje çekdaran dest danîne ser çek û teqemeniyan, bi sedan girî yên ku hewla revê dabûn dîsa hatine girtin lê bawere ku bi dehan jî hîn nehatine girtin.

Ferhad Şamî, berpirsê ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di twîtekê de îro Şemiyê got:

“HSDê û hêzên asayîşa navxweyî dorpêçkirina êrîşkerên terorîstên Daişê li derdora zindana Sîna'a tundtir kirine û karibûn hejmarek xalên aliyê bakur careke din vegerînin û hejmarek êrîşker li wir kuştin.”

Wî her wiha nîşan da ku “ hêzên me giringiyê didin ser dubaregirtina endamên Daişê bi saxî.”

Daişê roja Înê di daxuyaniyekê de ku ajansa Aamaq belav kir got êrîşa ser zindanê bi aramnca “ azadkirina girtiyan” bû.

XS
SM
MD
LG