Bikaranîna Peyva Kurdistanê Dibe Sedema Cezakirina Parlamenterê HDPê

rdistan

Parlamenterê HDPê yê Ruhayê Nûsrettin Maçîn roşa çarşemê di hevdîtinên Butçeyê de axivî û di gotara xwe de peyva Kurdîstanê bi kar anî.

Lê jiber vê peyvê Maçîn bi cezayê ‘3 roj ji parlamenê dûrxistin’ hate cezakirin.

Nusrettîn Maçîn ji Dengê Amerîka re got ku ev helwest bêtehamûliya hebûn û mafê Kurdan e.

Maçîn çi gotibû ‘’Bi şîyara Jibo demokrasi û aşitîya Tirkîye jibo azadîya Kurdîstanê ewê bibin desthilat.’’

Li gor yasaya navxwe ya parlamenê bikaranîna Peyva Kurdîstanê qedexe ye. Lê Maçîn dibêje ger hizra te banga şîdetê neke ev di çarçoveya azadiya ramanê de tê dîtin.

Li gor bawerîya wî di desthilatîya hikumeta tifaqa AKP û MHP de parlamena Tirkîye ji çareserîya pirsa Kurd re dûr e 'jiber ku dijminatîyek mezin li Kurdan heye'' got Maçîn.

Hêjayî gotinê ye ku Parlamentera HDP ya Ruayê Ayşe Surucu jî roja çarşemê li parlamenê xwest bi Kurdî biaxive lê mikrofona wê jî hate girtin jiber

ku di qeydên parlamenê de Kurdî weke zimanek nayê zanîn tê nivîsandin.

Di sala 2017an de dîsa di dema kombunên butçeye de parlamentere bere Osman Baydemir peyva ‘Kurdîstanê’ bikaranîbû û ew jî du rojan ji parlamenê hatibû dûrxistin.

Hêjayî gotinê ye di heqê Nsurettin Maçîn de du fezlek hatine amadekirin. Ger Dadgeha Bilind biryara giritnê jibo HDP bide, navê Maçîn jî di nav 451 siyasetvanên ku ji wan re 5 sal qedexya siyaset tê xwestin, heye.

Your browser doesn’t support HTML5

KHF_12_09_2021_Kurdistan