Rewşa Rojnamegerîya Kurdî li Tirkîyê Çawa ye?

Rojnameya Kurdistan

Di Roja Rojnamegerîya Kurdî De

Rojnameya yekem a Kurdî, Kurdistan, di 22ê Nîsana 1898an de ji aliyê Mîqdat Midhet Berdirxan ve li Qahîreyê hate derxistin. Di Sala 1973an de li KurHerêma Kurdistanê ev roj weke 'Roja Rojnamegerîya Kurdî' hate qebûlkirin û her sal ev roj tê pîrozkirin.

Di qada ragihandina heremî, netewî û navnetewî de dengê Kurdî bilind û belav dibe. Lê digel wê gelek pirsgirêkên ragihandina Kurdî jî hene. Piranîya rojnamegerên Kurd di wê bawerîyê de ne ku rojnemegerîyeke hevgirtî, netewî û standart a Kurdî hê jî çênebûye.

Li Tirkîye tenê rojnameyeke Kurdî (Kurmancî) heye, ew jî Xwebûn e ku heftê carek dertê. Rojnameya Zazakî World jî hejmara yekê çap bû û sê mehan carekê hejmarek dertê. Li televizyona fermî ya dewletê TRT, Kurdî heye.

Yek ji zimanê ajansa fermî, Ajansa Anadolu bi Kurdî ye. Lê li van dezgehan nûçeyên Tirkî bi Kurdî tên wergerandin.

Li Tirkîye medya Kurdî pirtir li ser medya civakî çalak e.

Li ser rewşa rojnamegerîya Kurdî, rojnameger Maşallah Dekak, Murat Bayram û Munevver Karademir, hizr û nêrîn, çavderî û tecrûbeyên xwe ji Dengê Amerîka re parve kirin.

Maşallah Dekak, ku di Azadîya Welat de dest bi rojnamegeriyê kirîye û niha nûnerê Rudaw TV yê Amedê ye û li ser rojnamegerîya Kurdî pirtûkek jî, dibêje, “roja ku Rojnameya Kurdîstanê belav bû, herkesî bi Kurdî dizanîbû lê xwendin û nivîsandin pir kêm bû…îro dezgehên Kurdî pir zêde bûne lê îcar xelk bi Kurdî nizane.”

Maşallah Dekak

Maşallah dibêje li herêma Kurdistanê digel kêm û qelsîyan, medya bi refleksên rêxistinî zêdetir bi refleksên dewletê tevdigerin.

“Di medyaya başûr de şexsîyetên wusa jî gihîştine ku di wê medyaya ku dixebitin, kesên ku li hember hizra wê medayayê ne jî bînin ser şaşê. Bi temaşevana bidin fêmkirin ka ew çi dixwazin, yê din çi dixwazin. Lê li bakûr ne wusa ye, her partîyekî dezgehek wî yê ragihandinê heye, ew partî perspektîfek çawa deyne pêş, ji nûçegîhan heta edîtor herkes mecbûr in di wê çarçovê de tevbigerin. Ew li gorî wê sînora ku ji wan re hatîye danîn tevdigerin.”

Murat Bayram, ku di gelek dezagehên Kurdî karê rojnemegerîyê kirîye û bi navê Botan Timesê kompanîya ragihandina bi Kurdî ava kir, dibêje ku, ''Medya Kurdî mirovan ji tiştan agadar dike lê zana nake.’’

Ew dide xuyakirin ku rojnamegerîya Kurdî ya îro ji teknîk û hewceyîyên îro gelekî dûr e. Bi bawerîya wî rojnmegerîya modern ya Kurdî ya herî bilind Rojnameya Ronahî bûye.

“Îro jibo rojnamegerîya Kurdî derfet kêm hene. Li bakur behsa 20 milyon Kurdan dikin, tenê li Diyarbekir 2 milyon Kurd hene. 21 rojnameyên Diyarbekirê hene, yek jî ji wan Kurdî nîne. Li gorî daneyên fermî 2071 rojnameyên heremî û rojane li Tirkîyê çap dibin lê ji wan bi tenê yeka Kurdî heye, ew jî heftê carekî çap dibe û nû yeka Zazakî çap bûye û tenê yek jimare derketîye.”

Medya Civakî Bandoreke Çawa Li Medya Kurdî Dike?

Maşallah Dekak li ser vê pirsê di bersiva xwe de dibêje di medya nivîskî ya civakî de, di warê nivîsînê de Kurdî qels dimîne, dîtbarî pirtir balê dikşîne.

Ew behsa têgeha ‘Rojnamevanîya welatîbûnê' dike ku, mirovek ji rêzê jî dema rastê bûyerek tê, berîya rojnamevanan ji ciyê bûyerê, dikare wê bûyerê belav bike.

Ew dibêje,''Li gorî medya civakî, mecbûr e ku rojnamegerîya Kurdî jî xwe biguhere, teşeyek, kirasek nû lixwe bike. Esas civak gihîştîye vê qineetê, jiber vê yekê medya civakî dişopîne, lê yên ku negihîştine vê qeneetê ew pêşeng û rêberên ku dezgehên Kurdî di destê wan de ne.”

Rêveberê Botan Timesê Murat Bayram jî balê dide ser pîvanên rojnamegerîyê ku ji rojnamevanîya welatîbûnê cuda dibin.

Murat Bayram

''Ferqa wê çi ye, statu ye, pêbawerî û pîvanên rojnamegerîyê ne. Dengê Amerika dema tiştek belav bike firqek di nav pîvan û ziman de heye, jêbawerî û giranîya wê heye. Her kesek dikare vidyoyek bigre belav bike lê dema BBC, VOA, yan Le Monde, vê yekê bike, bawerî jê zêde ye.”

Murat Bayram rexneyan li ser medya Kurdî dike û dibêje, ''Ew xalên ‘Kî, li kuderê, kîngê, û çawa çêbû' dibêje, lê tenê weke herikîna agahîyan e. Wê nake ku li ser tiştekî bikarin analîzek bikin, bikarin dîmenek, paşxaneyek di serê me de çekin. Em dibînin gelek medyayên mezin yên Kurdan wê giranîya xwe berdidin û li pey tîrenda ku xwe bigîhînin pirtirîn kesan ve diçin.”

Maşallah Dekak weke peyamnêr her dem li qada rojnamegerîyê ye û dide xuyakirin li hember medyakarên Kurd helwesta li gorî atmsofer, pêvajo, helwesta sîyasî yê wê serdemê diguhere.

''Carna tu rastê astengîyên rêxistinî têy, carna tu rastê astengîyên dewletê, carna yên civakê bixwe têy. Lê dema ku di medya Kurdî de dema li Amedê kar bikî tişek din e, dema mikrofona xwe bigrî li kolanên Enqere bi Kurdî biaxivî, ew tiştek din e. Îhtimale tu rastê êrîş û gefên nîjadparestan, an ên polîsan bê, pir zêde ye.’’

Murat Bayram behsa alîyekî erênî yê medyaya Kurdî dike û dibêje, ''Jiber ku dewlet bi Kurdî naxwîne ev weke avantajek e ji bo medyayên Kurdî.”

''Jibo ku Kurdî nivîsandine li kesî lêpirsîn venebû, jiber ku dewlet naxwaze Kurdî bi fermî muhatab bigre û naxwaze li dezge û dadgehan û li ser naveroka Kurdî munaqaşeyan bike.”

Ew bibîr dixe ku ji 20 kitêbên tên qedexekirin 19 bi zimanê Tirkî ne.

''Li malpera me jî tene nûçeyek ku me ji France 24ê wergerand, hate qedexekirin, ji ber ku tê de nexşeya Kurdistanê weşandibûn. Yekser gotin ev propagandaya PKKê ye û qedexe danîn ser nûçeya ku me wergerandibû.”

Ew dide xuyakirin gef û êrîşên ku li ser wan dibin jî pirtir ji aliyê Kurdan tên kirin.

''Mesela em bixwazin li ser LGBTyan tiştekî bikin, dibêjin ‘Ew nexweş in, hun dixwazin wan normal bikin’. Dema em bixwazin li ser Hudaparê bikin, dibêjin ‘Ew Hizbullah in.' Dema em bixwazin li ser DEMê bikin dibêjin ‘Hun bûne malpera DEMê’. Em li ser AKPê dikin dibêjin ‘We bi hikumetê re çima kiriye…’ Yanî ên me yên navxweyî ne.”

Jin û Rojnamegerîya Kurdî

Munevver Karabulut, ku13 sal in di nav ragihandinê de li ser zimanê Kurdî edîtorî û redaktorîyê dike. Li Azadîya Welat, Jinha û Şûjinê de kar kirîye û neha jî li Jin News karê xwe didomîne, dibêje, “Rojnamegeriya jinê rengekî nû da medyaya giştî.”

Jin News di sala 2013an de hate avakirin û niha ji peyamnêran heta rêvebiren, hemî xebatkar jin in û li ser rewş û mafê jin, zarok û xwezayê de nûçeyan çêdikin.

Munevver Karademir

''Ajansa me, dexwaza jinê, êş û azarên jinê bi zimanê jinê derdixe pêş. Em di nûçeyên xwe de zimanek ku jin û zarokan diparêze bikartînin. Jiber ku em bawer dikin parastina jin û zarokan, parastina civakê ye.''

Munevver dide xuyakirin ku li Tirkîyê di medyaya giştî de pergaleke mêr û bavsalarî heye û ev nêrîn gelek caran li ser medya Kurdî jî xwe ferz dike. Lê “Em hewil didin bi nûçeyên xwe van nerînan berevajî bikin.”

Edîtora Jin News destnîşan dike ku ajansa wan di medya Kurdî ya bakûr de jî li Tirkîyê jî di warê parastina jin û zarokan de nûbûnek çêkirîye.

“Zimanê mêrperest ku di medyayê de serwer bû û dema mijar jin bû bikar dianîn, êdî ew jî mecbûr maye ku zimanê xwe biguherîne. Rojnamegeriya jinê rengek nû da medyaya giştî jî.”

Your browser doesn’t support HTML5

KHF_04_21_2024_Kurdish Journalism