Di Roja Zimanê Dayikê de Lênêrîneke Rewşa Zimanê Kurdî

Daxwaza xwendina bi zimanê Kurdî li Tirkîyê

Di sala 1999’an de rêxistina UNESCO ya Neteweyên Yekbûyî 21’ê Sibatê wekî Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî ragihand. Ji wê çaxê ve ev roj her sal li sernaserê cîhanê tê pîroz kirin.

Ev helkeft wekî hewildanekê ye ku hemû zimanên xwecîhî li her devereke cîhanê were parastin. UNESCO dibêje ku pirrengîya zimanî li jêr metirsîyeke mezin e li vê dema ku bêtir ziman winda dibin.

“Li ser asta cîhanê, 40% ji xelkê nikare xwe bigihîne perwerdeya bi zimanê ku ew pê dipeyîvin û fêm dikin,” UNSECO îsal da zanîn.

Yek ji wan zimanên ku heta niha bi tevahî bi awayekî fermî nayê hîn kirin, zimanê Kurdî ye, bi taybet zaravayên Kurmancî û Zazakî.

Dersa bijartî

Li Tirkîyê, ku piranîya Kurdan li wir in, zimanê Kurdî ser asta fermî qedexe ye û hewildanên hînkirina zimên sînodar in.

Ji sala 2012’an ve di bin navê Ziman û Zaraveyên Zindî de, xwendekarên xwendina navîn (polên 5 heta 8’an) dikarin Kurdî (Kurmancî û Zazakî) wekî derseke bijartî hîn bibin. Lê çalakvanên Kurd dibêjin ku hikûmeta Tirkîyê her sal astengîyan datîne pêş mamoste, xwendekar û malbatan ku zimanê Kurdî fêr nebin.

Wezareta Perwerdeya Tirkîyê vê hefteyê ragihand ku di sala xwendinê ya 2021-2022’an de 20,265 xwendekaran dersa Kurdî bijart. Pispor dibêjin ku ev hejmar hember hejmara Kurdan li seranserê Tirkîyê, gelekî kêm e.

Zulkuf Guneş, rêvebirê Şaxê Amedê yê Sendîkeya Kedkarên Perwedeyê (Egîtîm Sen), ji malpera Duvar re got ku li hinek dibistanan, karbidestan rê nedida xwendekaran ku dersên Kurdî bijêrin û li şûna wê ew han dida ku dersên olî bistînin.

Di Peymana Mafên Zarok ya Neteweyên Yekbûyî de, madeya 30 wiha dibêje:

“Li wan welatên ku kêmanîyên etnîkî û zimanî yan jî kesên resen hene, zarokên ku beşek in ji vê kêmanîyê nabe ku mafê bikaranîna ol, çand û zimanê wan li ber wan neyê dayîn.”

Lê gelek mamoste û dê û bavên Kurd dibêjin ku ev maf li Tirkîyê ji Kurdan hatîye standin.

“Normal e ku perwerdeya me Kurdan ji 90 ji sedê bi zimanê Kurdî be jiber ku ev bûye 100 sal in ku ev ziman li ber qedandinê ye,” Eyşan Zengîn, mamosteyeke Kurdî li Amedê ji Dengê Amerîka re got.

Ezmûna Rojava

Ji sala 2014’an û vir ve Kurmancî êdî bûye zimakekî fermî li cem Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê (Rojava). Hemû qonaxên xwendinê, di nav de jî zanîngeh, bi Kurdî ne. Kurd niha dikarin bi serbestî zimanê xwe fêr bibin. Ji bilî Kurdî, Erebî û Suryanî û zimanên din jî li xwendingehên jêr desthilatdarîya Rêvebirîya Xweser tên hîn kirin.

Lê pirsgirêkeke mezin heye ku ew jî bûye asteng li ber pêşketina zimanê Kurdî: Ne hikûmeta Sûrîyê, ne jî civaka navnetewî pênasînê bi rêbaza perwerdeyê li Bakur û Rojhilata Sûrîyê nake. Hikûmeta Sûrîyê hîn jî zimanê Kurdî wekî zimanekî qedexe dibîne.

Di vê çarçoveyê de, Rêveberîya Xweser îro Duşemê daxuyanîyek derxist ku tê de bang li rêxistinên berpirs yên Neteweyên Yekbûyî kir ku piştgirîyê bide ezmûna wê ya perwerdeya pirzimanî.

“Jibo parastin û xurtkirina civakeke pirzimanî û pirçandî li Bakur û Rojhilata Sûrîyê û jiber ku ziman bingeha hebûna civakan e û girîngiya bidestxistina zanist û pêşvebirina kesîtîya zarokan ya civakî û çandî ye, Desteya Perwerdeyê pergala perwerdeya pirzimanî didomîne,” Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê di daxuyanîya xwe de got.

Armanckirin berdewam e

Li Îranê jî zimanê Kurdî ne tenê qedexe ye, lê herwiha hewildanên aktîv ji alîyê hikûmeta Tehranê ve bi berdewamî tên kirin, bi armanca ku rê li ber fêrbûna zimanê Kurdî were girtin.

Ev armanckirina hember Kurdî di dema dawî de zêde bûye. Wekî mînak, meha borî pênc sal zindan ji çalakvan û mamosteya zimanê Kurdî Zara Mihemedî hate birîn, jiber xebata wê ya hînkirin û belavkirina zimanê Kurdî li bajarê Sinê.

Hefteya borî jî, hêzên ewlekarîya Îranê çalakvan û mamosteyê zimanê Kurdî Kîyomars Letîfî li Sinê girtibû. Li gor raportên medyayê, Letîfî rastî lêdan û êşkenceyê li zindanê hatîye.