Îro 21’ê Şubatê li seranser cîhanê wek ”Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî” tê pîroz kirin.
Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî ji alîyê UNESCO ve di 17’ê Mijdar a 1999’an de hatibû ragihandin.
Bi wê biryarê, armanca UNESCO ew bû ku bal bikişîne ser girîngîya pirçandî û pirzimanî ya li seranser cîhanê.
Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, di sala 2008’an de ew roj bi fermî pejirand û ji wî demê heta niha li seranser cîhanê wek Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî tê pîroz kirin.
Sazî û rêxistinên Kurdan di salên dawî de girîngî didin vê rojê û bi panel, konferans û xebatên din yên ser zimên, vê rojê pîroz dikin û bak dikişînin ser girîngîya zimanê xwe yê zikmakî.