Salih Muslim: Divê Tirkîye Di Şerê li Dij Daişê de Piştevan Be Nek Rêgir

Salih Muslem

Serokê Hevpar yê PYDê Salih Muslim derheqî hind mijarên aktuêl yên girêdayî Rojava, ji bo Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka axivî û da zanîn ku, nayê xwestin Tirkiye li dij biçek kirina kurdan û hêzên din yên li herêmê şerê Daişê dikin rawste.

Muslim da zanîn ku xwezayiye Amerîka û Hevbendiya Navnetewî çekan bide, ji ber ku, hêzên Sûrî yên demokatîk hene, kurd hene Ereb hene, leşkerê Sûrî yê azad heye, ev jî gelek asayiye ku hêzên li dij Daşê şer dikin, ji layê hevbendiya navnetwî de bên destek kirin.

Di beşek din yê axiftinên xwe de, Muslim derheqî Rapora Rêxistina Lêbûrîna Navnetewî (Amnesty International) ya ku, YPG weke tawanbara tawanên Cengê bi nav dike, hat ziman û got "Rapor ne dadwere, yên ku bersivê bidin raporê YPG û Asayiş in, ewê bi Şêweke fermî bersivê bidin, destên derve û yên hind Hikumetan di raporê de heye.

Hûn dikarin di Linka jêr de gûhdariya temamî axiftinên S.Muslim bikin:

Your browser doesn’t support HTML5

Salih Muslim