Antolojîya Kurd û Samîyan ‘Belongîngs’ Hate Çap Kirin

‘Belongîngs’ antolojîya yekê ya nivîskarên Kurdî û gelê Samî ji Weşanxaneya Lîs’ê derket.

Ev antolojî encama bernameyeke du salan e ku ji tekstên pênc nivîksarên Kurd û pênc nivîksarên Samî pêk tê.

Hem bernama du salan hem jî antoloji bi hevkarîya Wêjegeh Amed, Tijallegoahte Mala Çandê ya Samîyan, bi piştevanîya Balyozxana Swêdê hate amade kirin.

Nivîskarên Samî di meha Nîsana 2022’an da serdana Stenbol, Amed û Mêrdînê kirin û li ser ziman, çand, dîrok û wêjeya xwe beşdarî semînerên cuda bûn.

Nivîskarên Kurd jî di Hezîrana 2022’an da serdana Stockhlom, Kîruna û Jokmokê kirin.

Piştî serdana welatên hev, nivîskarên Kurd û Samî li ser ger û geşta xwe tekst amade kirin û teksta wan ya wêjeyî di antolojîyeke berfireh de hat weşandin.

Jibo danasîna antoljîyê pêşîn li Swedê li Pirtûkxaneya Kurdî, paşê li Amed, Wan, Mêrdînê, hevdemî bi beşdarîya nivîskarên nava projeyê, bernameyên cuda li dar ketin. Bername li Amedê, li Wêjegeh Amedê bû û Gerînendeyê Weşanxaneya Lîsê Lal Laleş axaftina xêrhatinê da behsa projê kir.

Li bernama Amedê Pispora Folklora Kurdî Zeynep Yaş, Dr. Dîlawer Zeraq, rojnamevan Hatice Kamer, beşek ji tekstên xwe xwendin û çavderîyên xwe parve kirin.

Zimanê antolojîyê Kurdî, Samî, Îngîlîzî ye, di warê xwe de jî berhema yekê ye.

Samî Kî Ne?

Samî (Sapmî) Li bakurê Swed, Norwec, Fînland û Rûsyayê dijîn, bi kedîkirina xezalên kûvî yên Renê û bi xwedîkirina kerîyên xezalan tên zanî. Ew bi masîvanîya xwe jî navdar in û ziman, bawerî, çand û kelepora wan jî ji gelên Skandînayvayê cuda ye.

Welatê wan di nav çar dewletan de par bûye û sînor di nava wan de hatiye danîn, li ser bawerî, ziman, çand û xwezaya wan zextên giran çêbûne.

Ew berê şaman bûne, lê ji 1400''i vir de ola Mesihî li ser wan hatiye ferz kirin. Jiber zextan Samî ji ziman û çanda xwe dûr ketine, hatine hêlandin.

Hêjayî balkişandiye ku hejmara Samîyan tenê dora 60 hezarî ye.

Your browser doesn’t support HTML5

KHF_WEB_Antolojiya_Niviskaren_Kurd_Sami