Li gorî Qanûna Cezayê ya Tirkîyê, girtîyek sîyasî, bêyî ku cezayê zindanê lê were birîn, herî zêde 7 salan bi girtî dikare were dadgehkirin.
Di 25’ê Cotmehê da 7 salên Hevşaredara Amedê, sîyasetvana Kurd Gultan Kişanak temam bûn, lê ew nehat berdan.
Kişanak di dema derbeya 12’ê îlonê da jî çar salan li Zindanan Amedê girtî mabû û wekî bi sedan girtîyên wê demê li wê jî îşkenceyên giran hatibûn kirin. Roja ku bi endamên Komîsyona Lêkolînê ya Derbeya Leşkerî dîdarek taybet bi wê re kir û komîsyonê şahidîya wê ya salên zindanê gohdar û qeyd kir, di 25’ê Cotmeha 2016’an de dema ji Enqerê vegerîya Amedê, li balafirgehê hate girtin.
Heft sal di ser wê rojê re derbas bûn. Evuqatên wê bi daxuyanîyan bang dikin ku Kişanak bi lezûbez were berdan.
Evuqat Cîhan Aydin jibo Dengê Amerîka da zanîn, Kişanak, ji gotar, roportaj, parvekirinên xwe yên medya civakî yên dema şaredarî û parlamenterîyê tê sûcdar kirin.
Dozgerî, beşdarîya Kişanak ên jibo pîrozbahîyên Newrozê, 8’ê Adarê û yên 25’ê Mijdarê jî di dosyeya wê de weke delînên sûcê ‘Endamtîya rêxistina terorê’ destnîşan kirîye û jiber van tawanan Kişanak bi salan e tê dadkirin.
Pêncemîn Dadgeha Cezaya Giran ya Malatyayê li ser van îdiayan 14 sal cezayê zindanê li Kişanak birî lê ev biryar li Dadgeha Heremî hate betalkirin. Jibo ev biryar betal bû, dadgehkirin ji nû ve destpêkir.
Cîhan Aydin da xuyakirin, li gorî qanûnê sînorê jor yê dadgehkirina bi girtî heft sal in û ev sînor di 25'ê Cotmehê temam bû.
''Ev qanûn erka taqkdîrê nade dadgeran, qanûn dibêje girtîyek sîyasî herî zêde heft salan dikare girtî bê hîştin û Xanima Gultan dema fermî ya vê qanûnê jî temam kir. Jiber wê li gorî qanûnê dadgeh mecbûre ku wê berde. Lê dadgerê Dadgeha Enqerê goh nade qanûnê. Jibo wê berdin, me demek berê serî li Dadgeha Bilind xist, dose niha li pêş dadgehê ye. Lê ger hewce be em dikarin serdaneke nû jî bikin.''
Wî destnîşan kir piştî Dadgeha Bilind, ew amadekarîya serdana Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrupayê jî dikin.
Hêjayî bîrxistinê ye ku, 26’ê Nîsana 2021’an de, li 22’emîn Dadgeha Cezaya Giran ya Enqerê Doza Kobanê destpêkir. Lê Dozgerê Doza Kobaniyê, navê Gultan Kişanak jî kir nava dosyeya Kobaniyê. Dadgehê jî biryar da û doza wê ya li Malatyayê bi Doza Kobaniyê ve girêdan.
Digel Hevserokên berê yê HDP’ê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag, 108 kes ji Doza Kobaniyê tên dadgehkirin.
Di Doza Kobaniyê de, Demirtaş, Yuksekdag, Kişanak jî di nav de, 17 sîyasetvan bi girtî tên dadgehkirin.
Rûniştina 35’emîn a Doza Kobaniyê li Enqerê didome û dozger ji dadgehê xwest ku her sîyasetvanek, 38 caran bi cezayê heta hetayê bên cezakirin. Çaverê ye ku dadgeha Enqerê, di nav çend mehan da biryara xwe li ser Doza Kobaniyê ragihîne.
Evûqat Cihan Aydin jibo pirsa ka çima dadgeh Gultan Kişanakê bernade vê bersivê da:
''Girtina wê ne jiber sedemên hiqûqî bûn ku berdana wê jî li gorî qanûnê be. Mixabin reşwa sîstema dadgerîyê ketîye wî halî ku bûye amûrê dexwazên desthilatîyê: Dadgeh di biryarên xwe de ne azad in, desthilatî, çi bêje biryar jî ew e, yanî biryar sîyasî ne ne hiqûqî ne.’’
Aydin îdia kir jibo dewamîya sîstema qayûman, jî girtîmayîna Kişanak ferz e û sîyaseta desthilat jî weha dixwaze.
''Ger Kişanak berdin, divê Selçuk Mizraklî jî berdin. Yanî girtina şaredaran rejîma qayûman jî meşru dike. Lê sedemek din jî heye ku salên dawîn dixwazin siyaset û sîyasetvanên Kurd jî tasfiye bikin, bê erk û bandor bihêlin. Sîyaseta desthilat vê helwestê bi rêxistin dike û dadgerî jî fermana wan dide. Yanî ev desthilatî Gultan Kişanakê jibo xwe weke gefek mezin dibine, lewma jî wê serbest bernadin.’’
Serokomarê Tirkîye Recep Tayyîp Erdogan ji bûyerên Kobaniyê, Demirtaş û HDP’ê sûcdar dike. Bi bawerîya wî, sîyasetvanên ku ji Doza Kobaniyê tên dadgehkirin, bûne sedem ku bi dehan kes di 7-8’ê Cotmeha 2014’an de li bajarê Kurdan werin kuştin, mal û milkên welatîyan wêran bibe.
Your browser doesn’t support HTML5