Roja beriya cejnê li gundê Tale ya Colemêrgê firoka Heron a bê firokvan, bombe avêt nav gurûpekê. Di êrîşê de Mehmet Temel ê 35 salî hat kuştin û 3 kes birîndar bûn.
Wîlayeta Colemêrgê daxuyaniyek belav kir û got ew gurûp jibo civînek bi endamên PKKê re li wir bûne.
Hevseroka Kongra Civak Demorktaik (KCD) Leyla Guven çû şîna Temel.
"Ew li Colemrgê esnafe, tesîsata avê çêdike jibo înşaatan. Dewlet jî dizane ku ew sivîl e. Boombe avêtin nas sivilan. Ev dişibe bûyera Roboskê."
Wezirê Karê Navxwe Suleyman Soylu di daxuyaniyek de got di mehên payiz û zivistanê de operasyonên leşkeri li herêmê dê bidome.
Xanim Guven diyar kir demên borî jî gelek operasyon hatin kirin bi armanca tunekirina PKKê lê tiştek bidest neket.
Herwisa îddia kir armanca van operasyonan valakirina Kurdistanê ye. Dixwazin Kurdan mecbûrê koçberiyê bikin.
Hun dikarin agahiyên zêdetir di fayla deng de guhdar bikin.
Your browser doesn’t support HTML5