Katz Dibêje Erdogan Dijî Kurdan Tawanên Şer Dike û Cîhan jî Bêdeng E

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Israel Katz

Wezîrê Derve yê Îsraîlê êrişî ser Serokê Tirkiyê dike û rexneyên tund li Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî digire û dibêje, dema Îsraîl xwe li hember rêxistinên terorîst diparêze, Guterres berdewam êrişî Îsraîlê dike, lê dema Erdogan êrişî kurdan dike, ew bêdeng e.

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Israel Katz got, "Erdogan Kurdan qir dike û cîhan bêdeng e. Dîktatorê Enqereyê li Bakurê Sûriyeyê sivîlên kurd yên bêguneh bombebaran dike û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres tiştek nabêje. Bangên agirbestê û civîneke awarte li ku derê ne? Giringîdan bi mafê kurdan gilî kirina li dadgeha navnetewî li 'Den Haag' li dijî Erdogan li ku ye? Lê dema Îsraîl bervaniyê ji xwe dike li dijî rêxistinên terorîst, Guterres bi domdarî êrişî Îsraîlê dike, lê dema dostê wî yê li dij Cihuyan tawanên şer encam dide ew xwe winda dike, ev jî asta herî bilind ya durûtiyê ye."

Berteka wezîrê derve yê Îsraîlê piştî wê yekê hat ku berdevkê sekreterê giştî yê NY daxuyaniyek weşand ê got Endamên Civata Ewlehiyê bi tundî êrişa terorîstî ya li ser baregehên pîşesaziya hewayî ya Tirkiyê şermezar dikin û daxwaz dikin ku bi başî alîkariya Tirkiyê were kirin jibo cezakirina wan kesên li pişt wî karê terorîstî bûn. Lê daxyunaya wan tiştek derbarê bombebarana Tirkiyê li herêmên kurdan li Qamîşlo, Kobanê û Tel Rifat negot.

Erdogan piştî êrîşa Hamasê ya li dijî Îsraîlê ya di 7îê Kanûnê de ji parlementerên AKPê re got, "Hamas ne rêxistineke terorîst e, lê komeke azadîxwaz a mucahidîn e ku ji bo parastina xak û gelê xwe şer dike."

Nêzîkî 1200 Îsraîlî, ku piranîya wan sîvîl in, bi awayekî hovane hatin kuştin di êrîşa Hamasê de, ku ji Gaza jî bi sedan roket avêtin herêmên Îsraîlê. Jin û zarok jî di nav de nêzî 200 kes dîl hatin girtin.