Beriya çend rojan di Ajansa Mezopotamyayê de nûçeyek belav bû. Karkerek Kurd ji ajansê re axivî û got di nav xebatên restorasyona avahiya ku di salên 90î de weke bingeha JİTEMÊ dihate naskirin, kar kirîye û dema der û dora avahiyê kolandine hestîyên mirovan dîtine.
Di salên 90î de, îdiayek mezin ew bû ku gelek mirovên ku dihatin desteserkirin, dibirin bingeha JİTEMÊ ya li Amedê û li wir işkence li wan dihatin kirin. Ev avahî li nav Kela Hundir ya Surê ye û weke navenda lêpirsîna mirovên ku dihatin desteserkirinê bû.
JİTEM; Tîma Jenderme ya jibo Tekoşîna li Dîjî Terorê bû. Lê bi fermî hebûna vê rêxitinê nedihat qebûlkirin.
Di sala 2012'an da, dema nûjenkirina 'Kela Hundir'' ya Kela Diyarbekir hat destpêkirin, hestîyên 26 kesan li derdora heman avahiyê derketin. Lê wê demê rayedaran gotin ev hestî ji serdemên kevin in mane.
Dadgeh û Girtîgeha Amedê jî li rex bingeha JİTEMê bû. Ji Şêx Seîd heta Musa Anter gelek pêşeng û rewşenbîrên Kurd bi sal û mehan di wê zindanê da man.
Baroya Amedê, li ser îdiaya dawîn, serî li dozgerîyê xist jibo xebatên nûkirinê werin rawestandin û hestîyên ku hatine dîtin DNA werin kirin ku nasnama wan diyar bibe û zelal bibe ka ev yên kîjan serdemî ne.
Lê di aliyek de jî gûman heye hestiyên ku li derdora avahiya JİTEMê derketin, windayên salên 90î bin. Çav û gohên malbatên ku doza dîtina wundayên xwe dikin jî li encama serdana Baroyê ye.
Tevî wê jî, lêgerîna xizmên wundayan jî bi dehan salan e didome. Gelek malbatên ku xizmê wan yên ku di salê 90î de hatin desteserkirin û bêserûşûn çûn her hefte roja Şemiyê li Amedê li Parka Koşuyoluyê di destê wan de wêneyên wundayan hene û ew doza edaletê dikin û dixwazin 'Windayê werin dîtin, kujer werin cezakirin.''
Vê heftê çîroka Çayan Çîçekê 19 salî, bavê wî Tahsîn û û apê wî Alî îhsan Çîçekê ku ji gundê Derne ya Licê bûn hate vegotin. Hersê jî piştî hatin desteserkirin, bêserûşûn çûne û çarenivîsa wan nediyare.
Your browser doesn’t support HTML5