Hamas Dibêje Di Êrîşên Îsraîlê De 2 Rehîneyên Îsraîlê Hatin Kuştin Û 8 Jî Birîndar Bûn

Baskê çekdar ê Hamasê, Ketayib El Qessam, roja Yekşemê li ser Telegramê got ku êrîşên Îsraîlê li Gazayê di 96 demjimêrên borî de 2 rehîneyên Îsraîlî kuştin û 8 kesên din jî bi giranî birîndar kirin.

Daxuyaniyê derbarê rehîneyên mayî got,"Rewşa wan her diçe xerabtir dibe ji ber ku ew nikarin dermankirina guncaw ji wan re peyda bikin. (Îsraîl) berpirsiyara jiyana tevahîya birîndaran e ji ber bombebarana wan ya berdewam."

Çekdarên Hamasê 1,200 kes li başûrê Îsraîlê kuştin û herî kêm 250 kes di êrîşa xwe ya 7ê cotmehê de revandin, li gorî daneyên Îsraîlî. Îsraîlê bi erîşeke leşkerî ya li ser Gazaye bersiv da ku di encamê de 28 hezar Filistînî hatin kuştin, li gor daxuyaniya wezareta tenduristiyê ya Hamase.

Di dema agirbesteke hefteyî ya dawiya Mijdarê de, Hamasê zêdetirî 100 rehîneyên Îsraîlî û biyanî azad kirin û Îsraîlê nêzîkî 240 girtiyên Filistînî azad kirin.

Berdevkê leşkerî yê Îsraîlê Admiral Daniel Hagari roja Sêşemê gotibû ku 31 dîlên di destê Hamasê de, mirine.

Wî di civîneke çapemeniyê ya asayî de got, "Me 31 malbat agahdar kirin ku hezkiriyên wan ên girtî nema di nav me de ne û me mirina wan ragihand."

Îsraîlê ragihand ku 136 dîl hîn jî li Gazayê girtî ne.

Yaneya Girtiyên Filistînî, ku hemû girtiyên Filistînî belge dike, roja Yekşemê bi daxuyaniyekê ragihand ku hejmara Filistîniyên ku ji 7ê Cotmehê ve hatine girtin, gihîştiye 6,950 kesî.

Çavkanî: Reuters