Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dibêje Hamasê Di Bin Avahiya UNRWAyê De Tuneleke Fermandarîyê Hebû


Hêzên Îsraîlî tuneleke bi sed metreyan dirêj ku beşekî wê di bin bingeha UNRWAyê de ye, li Gazayê dîtiye, û artêş dibêje ew belgeyên nû yên bikaranîna Hamasê ne ji ajansa sereke ya alîkariyan ji bo penaberên Filistînî.

Endazyarên artêşê ew tunel nîşanî nûçegihanên biyanî da, di demeke krîzê de ji bo UNRWAyê, ku lêpirsîneke navxweyî daye destpêkirin, piştî ku hin welatên xwebexş alîkarî rawestandin, li ser îdiayên meha borî ji hêla Îsraîl ve ku hin karmendên wê bi Hamasê re kar dikin.

Filistîniyan Îsraîl bi sextekariya agahiyan, ji bo xerabkirina navê UNRWAya ku 13 hezar kes li Kerta Gazayê dixebitîne, û bi salan e ji xelkê hejar re alîkariyan pêşkêş dike, tawanbar kir. UNRWA, dibistanan, klînîkên lênihêrîna tenduristî yên seretayî û xizmetên din ên civakî bi rê ve dibe, û çalakiyên xwe hemî wek çalakiyên mirovahî binav dike.

Tunela ku leşkeran got dirêjiya wê 700 metre û kûrahiya wê 18 metre ye, li hin cihan fereh dibe û ode tê de hene. Nivîsgeheke ku xezneyên pola tê de hebûn û hatibûn valakirin, avdestxaneyek, odeyeke mezin a kompiyûteran, û yeka din a tije bataryayên pîşesaziyê hebûn.

Efserê ku tenê navê xwe yên pêşîn wek Ido da nasîn, got,"her tişt li vir dibû. Ev der yek ji yekîneyên îstîxbaratê yên Hamasê bû, ku fermandarîya piraniya şer li vê derê dihat kirin."

Di daxuyaniyekê de, UNRWAyê ragihand ku ew bi fermî ji aliyê rayedarên Îsraîlê ve derbarê tunelê nehatiye agahdarkirin û wê di 12ê Cotmehê de, 5 rojan piştî destpêkirina şer, bingeha xwe vala kiribû. Ji ber vê yekê nikaribû li ser vedîtina Îsraîlê piştrast an şîrove bike.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG