Îsraîl Rêyeke Din Ji Xelkê Gazayê re Vedike Da Ku Biçin Aliyê Başûr

Filistîniyên ku ji bakurê Gazayê ber bi başûr ve direvin

Îsraîlê îro Şemîyê dîyar kir ku jibo ku Filistînî ji bakurê Gazayê derkevin û ber bi başûr ve biçin, wê doh korîdora mirovî ya duyem vekirîye.

Peyvdarê Artêşa Îsraîlê Yarbay Richard Hecht ragihand ku rêya bejahî ya "Reşîd" doh Înê hatiye vekirin, lê da zanîn ku ew rê bi berfirehî nayê bi karanîn.

Hecht herwiha eşkere kir ku demjimêrên ji bo karanîna korîdoran hatiyine dirêjkirin ku Filistînî wê bikaribin ji 9’ê sibehê heta 4’ê êvarê bi rêya wan 2 korîdoran derbaz bin.

Bi deh hezaran Filistînî di rojên dawî de ji ser rêya serekî ya ji bakur ber bi başûrê ya Gaza revîyane, jiber artêşa Îsraîlê fermana valakirina bakurê Gaza dabû ku şer niha li wê heremê bi tundî berdewam dike.

Ajansa Neteweyên Yekbûyî ya jibo Penaberên Filistînî (UNRWA) roja Pêncşemê ragihand ku zêdetirî 720 hezar Filistînîyên ku neçar mane ji malên yên li Gaza birevin, li 150 dezgehên UNRWA dimînin.

Li gor karbidestên Îsraîlî heya niha zêdetirî 850 hezar ji 1.1 mîlyon mirovên bakurê Gazayê terikandine û doh Înê jî got ku zêdetirî 100 hezar Filistînî di du rojên borî de çûne başûr.

Jêder: AP