Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Îranê Dibêje Li Gazayê Kiryar Pêwîst in, Ne Gotin


Seroko Îranê Îbrahîm Reîsî îro Şemîyê ragihand ku jibo şerê li Gazayê li şûna axaftinê, dema gav avetin û çalakîyê ye.

Îbrahîm Reîsî berîya ku bo beşdarbûna hilcivîna welatên Ereb û Îslamî ya li paytexta Erebistana Saudî Riyadê derkeve rê, ev daxuyanî da, ku wê şerê Îsraîl û çekdarên Hamasê were gotûbêjkirin.

"Gaza ne qada gotinan e. Divê ya çalakîyê be. Îro yekîtîya welatên îslamî pir girîng e,"Reîsî li firokxaneya Tehranê got.

Wî bi berdewamî anî ziman ku tevî Amerîka dibêje ku ew naxwaze şer berfireh bibe û ji Îranê û çend welatan re bi vê armancê peyam şandine, "helwesta wê ne wiha ye."

"Meşîna şer ya li Gaza di destê Amerîkayê de ye, ku li Gaza rê li ber agirbestê digire û şer berfireh dike. Divê cîhan rûyê rastîn yê Amerîka bibîne," Reîsî got.

Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîrabdullahîyan ku wê ligel Reîsî beşdarî hilcivînê be, di daxûyanîyekêde jibo medya hikûmetê, girîngîya hilcivînê destnîşan kir.

"Hilcivîn wê ji şerxwazên li herêmê re peyameke xurt bişîne û di encamê de tawanên şer yên li Filistînê raweste," wî got.

Li gor ragihandina medyaya girêdayî dewletê Reîsî jibo Hilcivîna ser rewşa Gaza giheştîye paytexta Erebistana Saudî Rîyadê.

Ev serdana yekê ya Reîsî ya Erebistana Saudî ye, ji dema ku Tehran û Riyad bi peymana bi navbeynkariya Çînê di meha Adarê de dawî li dijminatîya bi salan anîn.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG