Li Îranê Hejmara Kuştiyên Vîrusa Korona Digihe 1,566an

Berpirsekî saxlemiya Îranê got hejmara qurbaniyên ku ji ber belavbûna vîrusa korona jiyana xwe jidest dayî ta niha gihîştiye 1,566an û ya nexweşan jî 20,000 derbas kiriye.

Îrana ku yek ji welatên herî bêhtir, keysên korona lê hatiye tomarkirin piştî Çînê, doh ragihandibû ku hejmara nexweşan 19,644 e û ya miriyan jî 1,433ê ye.

Peyvdarê wezareta tenduristiyê Kiyanoş Jahanpûr îro Şemiyê li ser tilfizyonê got hejmara nexweşan niha 20,610 e.

Serokê Îranê Hesen Rûhanî îro got pîvanên bendkirina kombûnên civakî ji bo kêmkirina belavbûna vîrusê dê bo du ta sê hefteyan bêne sepandin.

Rûhanî pêşbîniya wê yekê kir ku kirîz piştî sê hefteyan kêm bibe.

Wî di axaftina xwe ya li ser tilfizyona dewletê de got divê Îran” her tiştekî pêwîst bike ji bo vegerandina berhemhênana abûrî bo rewşa normal.”

Serok “dijberên şoreşgeran” bi pilanên girtina abûriya welêt tawanbar kirin.

Jêder: Reuters