Îro Sersala Kurdan Newroz e.
Kurdên li seranserê cîhanê jiber belavbûna vîrusa korona ya bi navê Covid-19 îsal cejnê li qadan bi girseyî pîroz nakin.
Li ser medya civakî, Kurd #newrozpîrozbe dinivîsin û wêne û vîdeoyên rengîn yên ji mala xwe belav dikin.
Em jî wekî Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka Newroza we hemîyan pîroz dikin.
Hêvîya me ev e ku Newroz bibe roja azadî, wekhevî, biratî û dilxweşî.