Eydan 18 sal û du mehî ye, xelkê nehya Tel Azerê ya qeza Beacê ye û dema ku wî dixwest karta xwe ya netewî derxîne, li ber dezgeheke hikûmetê rastî êrîşên polîsan hat.
Bavê Eydan, Sedûn Mûrad dibêje ku ti dosyeya tawanan ya kurê wî tuneye û wî tenê daxwaza derxistina nasnameya xwe dikir, lê polîsan ew ji cîhê fermandeyê derxistin û paşê di navbera wan û Eydan de şer derketiye û sê polîs bi tundî li wî xistine.
Doza Eydan niha li pêş dadgehê ye û polîsan dijî Eydan gilî kirine û Mûrad dibêje ku wan jî gilî li ser polîsan kiriye.
"Emê bi rêka dadgehê daxwaza mafê kurê xwe bikin jiber ku şûna êşkenceya li ser laşê kurê min dîyar e. “
Tevî ku Dengê Amerîka çend caran bi awayekî fermî xwest bi polîsên Beacê re bikeve têkilîyê, ti bersîv nehat.
Lê, jêderên agahdar dibêjin ku piştî ku dîmenên tundîya ser Eydan di medya civakî de belav bûn, wezareta navxweyî ya Îraqê jî ketiye nav mijarê.
Your browser doesn’t support HTML5