Şareza dibêjin vîrusa koronayê li gel ziyanên tund ên tenduristî û abûrî û siyasî, bûye sedema hin kêşeyên civakî û malbatî jî.
Li herêma Kurdistana Îraqê, piştî sepandina rênimayên rêgirtina li vîrusê û mayîna xelkê di mal de, rêjeya kêşeyên malbatî bêhtir bûye, li gor parêzer Hekar Ednan.
Çalakvanê civaka sivîl Hêriş Reşîd dibêje ev cûre kêşe renge êdî bibin kêşeyên demdirêj û bi dawîhatina vîrusê re bi dawî nebin.
Çalakvan û şareza behsa nebûna pilaneke berferh a desthilatdarên Herêma Kurdistanê dikin ku karibe xelkê pê mijûl bike û rê li kêşeyên civakî bigre.
ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke
Your browser doesn’t support HTML5