Îran Huşdariya "Teqîneke" Herêmî Dide Piştî Vîtokirina Amerîka ya Agirbesta Gazayê

Wezîrê derve yê Îranê Husên Emîr Abdullahîyan

Îranê îro Şemîyê hişyarî da ku rewşa Rojhilata Navîn gefa "teqîneke bêkontrol" çêdike, piştî ku Amerîka doh biryara Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) vîto kir ku, di şerê Gazayê de agirbestek daxwaz dikir.
Wezareta derve yê Îranê bi daxuyanîyekê ragihand ku piştî pêşnîyara Civata NY jiber vîtoya Amerîka têk çûye, wezîrê derve yê welêt Husên Emîr Abdullahîyan di pêwendiyeke telefonî de, ji Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres re nêrînên Tehranê dîyar kirine.
"Heta ku Amerîka piştgirîya tawanên Rejîma Siyonîst (Îsraîl) û domandina şer bike, di rewşa herêmê de, egera teqîneke bê kontrol heye, " Abdullahîyan got.
Wezîrê derve Abdullahîyan hevdem bang kir ku derîyê sînor yê Refahê yê bi Misirê re demûdest were vekirin, da ku alîkariyên mirovî werin şandin bo Filîstîniyan.
Abdullahîyan biryara Guterres ya ser karanîna xala 99 ya peymana NY, wek " çalakîyeke wêrek ya bo parastina aştî û ewlehîya navneteweyî " bi nav kir.
Amerîka doh Înê pêşnivîsa biryara Civata Ewlekarîyê ya NY veto kir. Di wê pêşnivîsê de, bo şerê Îsraîl û koma mîlîtan ya Filistînî Hamasê ya li Gaza, biryara agirbestek mirovî ya demûdest dihat xwestin.
Pêşnivîsa biryara kurt ya bo agirbesta li Gaza ji aliyê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî ve hatibû pêşkêşkirinê Civata Ewlekarîyê ya NY ya bi 15 endamî.
Di dengdanê de bilî Amerîka, 13 endaman bo qebûlkirina biryarê agirbesta li Gaza dengên erê dan. Brîtanya jî bêalî ma.
Dengdan piştî ku Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres roja Çarşemê bi gavek ku kêm tê dîtin de, bi fermî hişyarî da tevahîya 15 endamên Civata Ewlekarîyê ku jiber şerê dirêj yê du mehan li Gaza gefeke cîhanî derketîye holê.
Jêder: AFP, Reuters