Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşeke Dronan a Îsraîlê li Sûriyê 3 Endamên Hizbullahê Dikuje


Wêne ji Arşîfê ye
Wêne ji Arşîfê ye

Sê endamên grûpa Hizbullah a Libnanî, ku Îran piştgirîya wê dike, roja Înê di êrîşeke dronan de li başûrê rojavayê Sûrîyê hatin kuştin, li gorî du çavkaniyên herêmî yên nêzîkî Şamê

Di êrîşê de welatiyekî Sûrî jî hat kuştin ku bi wan re bû, çavkaniyekê got.

Artêşa Îsraîlê red kir ku li ser êrîşa li Quneytra, ku bi navê Baas jî tê nasîn, li nêzîkî sînorê Girên Golanê yên di bin dagirkeriya Îsraîlê de, şîrove bike.

Îsraîl bi salan e êrîşan pêk tîne li ser tiştên ku wek armancên girêdayî Îranê li Sûriyê binav dike.

Ji dema piştgirîkirina serok Beşar Esed di şerê navxweyî de, ku di sala 2011an de dest pê kir, bandora Tehranê li wir zêde bûye.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG