Serokên Misir Û Îranê Rewşa Gaza Û Vegerandina Peywendiyan Gotûbêj Dikin

Wêne ji Arşîfê ye

Serokên Misir û Îranê di peywendiya telefonî ya yekem de roja Şemiyê li ser pêvajoyên vê dawiyê yên li Gazayê û îmkana vegerandina peywendiyên dîplomatîk di navbera herdu welatan de, gotûbêj kirin, li gor televizyona dewletê ya Îranê.

Televizyonê got ku serokê Îranê Îbrahîm Raîsî telefonî hevtayê xwe yê Misrê Ebdulfetah el-Sîsî kiriye. Herdu serok di meha Mijdarê de ji bo cara yekem li kêleka Lûtkeya Awarte ya Îslamî ya Erebî ya Hevbeş li Riyadê civiyan.

Wê ragihand ku "Raîsî got ku Îran ji bo rawestandina jenosayda Rejîma Siyonîst û şandina alîkariyê ji bo filistîniyan bi hemû şiyanên xwe amade ye."

Peywendiyên di navbera Misir û Îranê de bi giştî di dehsalên dawî de aloz bûne her çendî ku wan hin têkiliyên dîplomatîk domandine.

Erebistana Siûdî, hevalbenda Erebên Misilmanên Sunnî yên Misirê, û Îrana Misilmanên Şîaa, di destpêka vê salê de têkiliyên dîplomatîk vegerandin, di heman demê de ku Qahîrayê bi Qeterê re nakokiya xwe sererast kir û têkiliyên xwe bi Tirkiyê re ji nû ve saz kirin.

Çavkanî: Reuters