Di rewşeke aborî ya xirab de ku ev 13 sal jiber şer berdewam e, karsaz û dikandar li deverên Kurdan li bakur û rojhilata Sûrîyê kêfxweş dibin dema rojê çend bikir tên cem wan. Lê bê guman kêfxweşîya wan digihêje asteke din dema ku ev bikir bi dolara Amerîkî tiştan dikirin.
“Eger pereyên Sûrî bi te re tune bin, xem nake, ez dolaran jî qebûl dikim,” firoşkarekî genc yê mêwî û şînkayî li bazara Qamişlo ji Dengê Amerîka re got dema hewil dida ku berhemên xwe bifiroşe.
“Eger tu van firêzan bikirî, ezê wan 10 dolaran ji te werbigirim û yên mayî bi lîreya Sûrî li te vegerînim,” yê firoşkar got.
Di nav deh salên dawî de nirxê lîreya Sûrî bi awayekî bêmînak daketiye xwarê. Têkçûna nirxê pereyê Sûrî yek ji derencamên aborî yên ku şerê navxweyî li vî welatî ji 2011’an ve bi xwe re anîye.
Li gor daneyên 4'ê Nîsanê, rêjeya bihevguhertinê ya yek dolara Amerîkî hember lîreya Sûrî li bazara reş ya Qamişlo gihişt 14 hezaran. Berî şer destpê bike, yek dolar hêja bû dora 50 lîreyan.
"Di rewşeke wisa xirab ya lîreya Sûrî de, dolara Amerîkî bûye pereyê alternatîv li bakur û rojhilatê Sûrîyê," Mihemed Hefîd Xelîl, mamosteyê aborî û hejmarîyarê li Zanîngeha Rojava li Qamişlo got.
“Dolar niha bûye pereyê defakto ku alîkarîya aramkirina aborîya xwecîhî dike. Li cîhekî ku buhabûn û enflasyona bilind e, di çend salên dawî de bûye navnîşana aborîyê, dê herkes kêfxweş be ku danûstandinên bazirganî bi dolar werin kirin, çi karsazên mezin û dikandar, çi jî firoşkarên biçûk û bikirên xwecîhî,” Xelîl ji Dengê Amerîka re got.
Bavê Ciwan dikandarekî bazara girtî li Qamişlo ye. Ew jî dibêje bikaranîna dolar di danûstandinên rojane de tiştekî baş e.
“Em berhemên xwe bi dolar dikirin, lewra tiştekî normal e ku em bi dolar jî bifiroşin. Rêjeya bihevhertinê ya lîreya Sûrî hema rojane tê guhertin, îca carnan bê wate ye ku em bi pereyên Sûrî bifiroşin,” Bavê Ciwan ji Dengê Amerîka re got.
Dikandarê Kurd da zanîn ku tevî ku ne her bikir dolar hene, piranîya dikandaran hez dikin ku karê xwe bi pereyê Amerîkî bi rêve bibin, “jiber ku bi wî awayî êdî pêwîst nake ku buhayên berhemên xwe ligel her guhertineke rêjeya bihevguhertinê bilind bikin.”
Bakur û Rojhilata Sûrîyê bi piranî di bin kontrola Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) de ye. Ji 2012’an ve ev dever ji alîyê rêvebirîyeke xweser ve tê rêvebirin piştî ku hêzên hikûmeta Sûrî ji herêmê vekişîn da ku şerê serhildayan li deverên din bikin.
Di vê demê de ku piranîya herêma Kurdan di warê sîyasî û leşkerî de ji derveyî kontrola hikûmeta Serokê Sûrî Beşar Esad e, aborîya deverê hîn bi ya hikûmeta navendî ve girêdayî ye, bi taybet di warê pirsgirêkên darayî de.
“Wekî Rêvebirîya Xweser, ti sîyaset me tuneye ku em dolar bikin bingeha aborîyê, jiber ku em beşek ji Sûrîyê ne,” Hedîya Elî, hevseroka Desteya Aborî û Çandinîyê li Rêvebirîya Xweser ya Herêma Bakur û Rojhilata Sûrîyê got.
“Lê, em dibînin ku bikaranîna dolar di bazarê de alîkarîya xelkê me di vê dema dijwar de dike û bazara deverê aram dike. Îcar tevî ku sîyaset me ya bikaranîna dolar tuneye, em ber bikaranîna dolara Amerîkî di bazarê de ti astengî û rêgiran danayînin jiber ku ev yek alîkarîya aborîya deverê dike,” Elî ji Dengê Amerîka re got.
Aborîzan Xelîl jî got ku hatina berdewam ya dolara Amerîkî bo jibo vejandina aborîya herêmê bakur û rojhilata Sûrîyê bûye faktorekî erênî.
“Di vê demê de ku bikaranîna fermî ya dolar li devera me niha ne pêkan e, peydabûna berfireh ya pereyê Amerîkî cûdahîyeke berçav hember deverên din yên Sûrîyê tîne holê. Li deverên hikûmeta Sûrîyê bikaranîna dolarê qedexe ye. Ev yek avantajeke aborî dide bakur û rojhilata Sûrîyê ku xwe ji ambargo û toleyên welatên Rojavayî biparêze,” Xelîl dîyar kir.
Hikûmetên Rojavayî û Amerîkî jiber tepeserkirina xwepêşanderên aştîyane û pêkanîna tawanan dijî sivîlan tole û cezayên berfireh danîne ser hikûmeta Esad.
Li gor rapoteke Neteweyên Yekbûyî ku Adarê hate weşandin, bêtirî 90% ji gelê Sûrîyê di asta hejarîyê de dijîn.