Civata Nûneran yaAmerîka êvara Sêşemê bi 214 beramber 213 dengdan biryar da ku Wezîrê Ewlekarîya Navxweyî Alejandro Mayorkas ser împîç bike.
Li Amerîka peyvajoyeke girîng ya Kongresê heye ku bi navê impeachment tê zanîn, ku di Kurdî de jî em jibo wê prosesê peyîva împîçkirin bi kar tînin.
Împîçkirin, jiber reftarên xirab û jibo pêkanîna hin kiryarên ne rekûpêk, bi fermî tawanbarkirina Serokê Amerîka, Cîgirê Serokê Amerîka û karbidest û karmendên din yên giştê yên Amerîkî ye.
Ev li ser bingeha "tawanên nedîtî yên bê mînak û reftarên çewt" pêk tê, ku di Beşa 4’ê ya Xala 2’yê ya Qanûna Bingehîn ya Amerîkî cîh digire û wiha dibêje:
"Serok, Cîgirê Serok û hemî karbidestên sivîl yên Welatên Yekbûyî yên Amerîka, divê ji karên xwe werin dûrxistin, ger ew bi îxanet, bertîl û tawanên din yên bêhempa û reftarên çewt werin tawanbar yan mehkûm kirin.”
Peyvajoya împîçkirinê anku bi fermî tawanbarkirina wî/ê kesî/ê, qonaxa yekê ya dûrxistina wî ji kar e û ew proses li Civata Nûneran ya Amerîka destpê dike ku bêşa jêrîn ya Kongresê ye
Endamekî/e Civata Nûneran dikare împîçkirinê daxwaz bike, yan jî komîteyek dikare ser destpêkirina wê dengdanê bike
Peyvajo herwiha dikare, li Civata Nûneran wek bersîvdana daxwaznameyekê yan jî raporta ser lêkolerê taybet dikare destpê bike
Komîteya Dadwerî pir caran vekolînên împîçkirinê bi rêve dibe ku bizane bingeheke rêwa ya jibo tawanbarkirinê heye yan ne. Û ger ew bingeh hebe, Komîteya Dadwerî hîngê pêşnîyara împîçkirinê dişîne pêş Civata Nûneran.
Dengdana ser împîçkirinê dişibe îdianemaya tawankarîyê: Daxwaz jibo darizandinê ji Civata Senatoran re tê şandin
Endamên Civata Nûneran wek dozgeran, hemî îdiayên derheqa reftarên xirab, ji Civata Senatoran re pêşkêş dikin
Mafê kesê/a ku hatiye sucdar kirin heye ku jibo berevanîya xwe parêzer bigire, gazî dîdevanan bike û pirsan li dîdevanên dozgerîyê bike
Serdadwerê Dadgeha Bilind ya Amerîkî, rûniştinên dozên împîçkirinê yên hember serokan bi rêve dibe.
Piştî darizandinê, Civata Senatoran di rûniştineke taybet de mijarê gotûbêj dike ku biryara Civata Nûnera rast e yan ne.
Senator, dû re di rûniştineke vekirî de, ser her yek ji xalên împîçkirinê dengdanê dikin ku divê serok ji kar were dûrxistin yan ne
Rûniştinên împîçkirinê heta niha hember serokan, dadwerên federalî, senatorek û wezîrekî hikûmetê hatine xebitandin.
Hêjayî balkişandinê ye ku heta niha tenê sê serokên Amerîkî: Andrew Johnson, Bill Clinton û Donald Trump hatibûn împîç kirin, lê Civata Senatoran jibo her sêyan jî biryar dabû ku ew ji kar neyên dûrxistin.
Di keysa Wezîrê Ewlekarîya Navxweyî Alejandro Mayorkas de Komarî îdia dikin ku ew di mijara koçberan de li gor qanûnan tevnagere, sînorê Meksîko bi awayekî baş kontrol nake û xiyanetê li bawerîya bîragiştî dike.
Civata Nûneran, ku di bin kontrola Komarîyan e, biryar da ku Wezîrê Ewlekarîya Navxweyî Alejandro Mayorkas ser împîç bike.
Çaverê ye ku mijara ser împîçkirina Mayorkas di 26’ê Sibatê de, dema Civata Senatoran vegerin ser kar bikeve rojevê.
Jibo Mayorkas sûcdar were dîtin, divê du ji sê parên Civata Senatoran ya bi 100 kursîyan dijî wî deng bidin, lê jiber ew civat di bin kontrola Demokratan de ye ne çaverê ye ku biryareke wisa derkeve.
Hêjayî bîrxistinê ye ku di dîroka Amerîka de bi tenê di sala 1876’an de Wezîrê Şer William Belknap jiber bertîlê hatiye împîç kirin.