Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Nûneran ya Amerîka Wezîrê Ewlekarîya Navxweyî Mayorkas Împîç Kir


Civata Nûneran bi 214 beramber 213 dengdan biryar da ku Wezîrê Ewlekarîya Navxweyî Alejandro Mayorkas ser împîç bike.

Di dengdanê 3 Komarî bi Demokratan re dijî împîçkirina Mayorkas sekinîn.

Komarî dibêjin ku Mayorkas di mijara koçberan de li gor qanûnan tevnagere, sînorê Meksîko bi awayekî baş kontrol nake û îxanetê li bawerîya bîragiştî dike.

Wan Komarîyan hefteya borî împîçkirina Mayorkas anîbûn rojeva Civata Nûneran û encama wan dixwest bi du dengan hinda kiribûn û daxwaza dengdaneke din kiribûn.

Di dengdana dawî de Komarîyan bi vegera Rêberê Piranîyê Steve Scalise, ku jiber kanserê dihat derman kirin, biryara împîçkirinê derxist.

Serokê Amerîka Joe Biden ser biryara împîçkirinê got ku kiryareke partîzanîyê ye û jibo lîstikeke biçûk ya sîyasî hatiye dayîn.

Çaverê ye ku mijara ser împîçkirina Mayorkas 26’ê Sibatê, dema Civata Senatoran were ser kar bikeve rojevê.

Jibo Mayorkas sûcdar be divê ji sê paran du parên Civata Senatoran ya bi 100 kursî deng bide, lê jiber ku li wê civatê kontrol di destê Demokratan de ye ne çaverê ye ku biryareke wisa derkeve.

Komarî piştî sala 2023’yan kontrola Civata Nûneran bi dest xwe xistin hewlil dan ku Mayorkas împîç bikin.

Di dîroka Amerîka de bi tenê sala 1876’an Wezîrê Şer William Belknap jiber bertîlê hatiye împîç kirin.

XS
SM
MD
LG