Komisyona Mafê Zarokan ya Komela Mafê Mirovan, rapora binpêkirina mafê zarokan ya sala 2018'an eşkere kir.
İHDê di rapora xwe ya sala 2018an de li ser binpêkirina mafê zarokan li Tirkiyê dide zanîn ku di nav salek de 41 zarok li bajarên Kurdan hatine kuştin, 64 zarok jî birîndar bûne.
Ji van hejmaran 7 zarok li tundiya di nav civakê de hatin kuştin, 14 zarok birîndar bûn. Li ser 92 zarokan destirêjiya zaynedî pêk hatiye, 4 zarok hatine revandin.
Li gorî rapora saxlemî û ewlehiya kar ku ji aliyê parlamentoya Tirkiye ve hatiye amadekirin, li bajarên kurdan 22 zarokên karker bi qezayên kar mirine.
Bi xeta îhmala fermî jî 3 zarok mirin, 46 zarok birîndar bûn, 2 zarok jî di encama teqîna mayin û bermahiyên şer de jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî raporê di serdegitnana malan de 54 zarok hatin desteserkirin, 5 zarok hatin girtin, li 4 zarokan jî îşkence hatiye kirin.
Your browser doesn’t support HTML5