Serdozgerê ICC Xan Bang li Dewletên Endam Dike ku Fermana Girtinê Cîh Bînin

Serdozgerê Dadgeha Tawanan ya Navneteweyî (ICC) Kerîm Xan bang li 124 endamên dadgehê kir ku li gor biryarên girtinê tevbigerin.

Xan ev bang ser fermana girtina Serokezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê yê berê Yoav Gollant û rêberê leşkerî yê Hamasê Mihemed Deîf kir.

Mafê ICC’ê tune ku li gor biryarên girtinê tevbigere, lê bi awayê teknîkî her dewlet ku Statuya Roma îmza kiriye jibo fermanan berpirs e.

Gava Benjamin Netanyahu, Yoav Gallan yan jî Mihemed Deîf herin wan dewletan ew ser girtina wan berpirs in.

Xan bang li 124 endaman kir ku li gor fermanê tevbigerin û nîşan bidin ku ew girêdayî Statuya Romayê ne.

Wî bi berdewamî bang li dewletên ne endamên ICC’ê kir ku jibo parastina hiqûqa navneteweyî hevkarîyê bikin.

Jêder: AFP