Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

ICC Fermana Girtina Netanyahu, Gallant û Rêberê Hamasê Dide


Dadgeha Tawanên Navnetewî (ICC) roja Pencşemê jibo serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, wezîrê berê yê berevanîyê Yoav Gallant û herwiha rêberê Hamasê Îbrahîm El-Mesrî bi tawanên şer û yên dijî mirovahî yên îdiakirî, fermana girtinê da.

ICC di biryara xwe ya girtinê de dîyar kir ku Netanyahu û Gallant sûcdar in jiber ku li Gaza birçîbûn wek rêbazeke şer bi kar anîne û ji kuştin, eciqandina Filîstînîyan û kiryarên din yên nemirovahî, berpirs in.

Dadgehê herwiha jibo rêberê Hamasê Mihemed Diab Îbrahîm El-Mesrî, ku bi navê Mihemed Deyf jî tê zanîn, fermana girtinê da.

Îsraîl dibêje Mesrî yek ji plansazên êrîşa 7’ê Cotmehê bû û ew di destpêka vê salê de di êrîşeke esmanî de hatiye kuştin, lê Hamas mirina Mesrî heya niha piştrast nekiriye.

Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu fermana ICC ya girtina wî wek biryareke pûç û cudakar û wek gaveke antî-semîtîk û di warê siyasî de alîgirane bi nav kir.

Hevdem, Hamas bi erênî pêşwazîya biryara ICC ya jibo Netanyahu û Gallant kir û ew wek gaveke girîng ya ber bi dadmendîyê bi nav kir.

Endamê buroya siyasî ya Hamasê, Besam Naîm got ku biryar gaveke girîng ya ber bi dadmendîyê ye û jibo hemû qurbanîyan rêka tazmînatê veke.

Hêjayî bîrxistinê ye ku dozgerê ICC, Kerîm Xan di 20’ê Gulanê de gotibû ku ew jiber sûcên îdiakirî yên girêdayî êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmeha 2023’an yên dijî Îsraîlê û bersîvdana leşkerî ya Îsraîlê li Kerta Gazayê, daxwaza girtina bergumanan dike.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG