Koma mîlîtan Heyet Tehrîr el Şam (HTŞ) piştî ketina rejîma Sûrî desthilata xwe li nav welêt xurt dike, lê gelek welatîyên Sûrî jiber bandora hêzên radîkal li nav rêxistina Îslamî xembar in.
HTŞ, ku di lîsta Amerîkî ya terorê de ye, piştî ketina rejîma Beşar Esed êdî bûye desthilatdara defakto li Sûrîyê. Rêxistina ku berê bi navê Cebhet el Nusra dihat zanîn, wekî şaxê Sûrîyê yê el Qayîde bû heta sala 2017’an dema ku peywendîyên xwe bi rêxistina terorîst ya cîhanî re birî.
Ji dema ku Şama paytext kontrol kiriye, rêberê HTŞ’ê Ehmed el Şara’ (Ebû Mihemed el Jolanî), helwesteke nermrê nîşan daye. Ew banga damezrandina dewletekê ser bingehên tolerans û bihevrejiyanê di nav pêkhateyên olî û netewî yên Sûrîyê de dike.
Lê tevî van sozan, gelek welatîyên Sûrî ne piştrast in ku rêberên nû karibin kontrola hemû hêzên radîkal di nav HTŞ de bikin.
El Mesrî rûniştvanekî Şamê ye ku tenê paşnavê xwe da. Wî ji Dengê Amerîka re got ku desthilata nû heta niha bi giştî ewlekarî li Şamê û deverên din parastîye lê da zanîn ku dibe ev aramî demkî be.
“Em dizanin ku Heyet Tehrîr el Şam hewl dide xwe biguhere û em xêrhatina vê yekê dikin. Lê du tişt hene ku xelkên ez wan nas dikin jê bitirs in. Yek ew e ka heta kîjan radeyê el Şara rastgo ye, yan jî ew e ku ew çiqasî dikare kesên tundrê di nav koma xwe de kontrol bike,” El Mesrî, ku Misilmanekî Sunnî ye, ji Dengê Amerîka re diyar kir.
Fikarên el Mesrî ji alîyê rûniştvanekî din li Şamê hatin derbirînkirin.
“Sûrî bi giştî, nav de jî kesên konservatîf, ne meyldarên tundrêbûnê ne. Eger el Jolanî sozên xwe bicîh bîne û endamên xwe kontrol bike, ewê hingê Sûrî piştgirîya wî bikin. Lê eger kesên radîkal serdest bûn, ewê wê çaxê Sûrî li dijî wan derkevin wekî çawa sala 2011’an dijî Beşar Esed derketin.”
Aymen Cewad el Temîmî, pisporê komên Îslamî li Sûrîyê, dibêje ku yek ji girjîyên serekî ew dibîne “di nav rêbertîya HTŞ li jêr desthilata el Jolanî û kiryarên takekesî yên endaman e, ewên ku ev bûne çend salan propagandaya dijî ol û pêkhateyên din werdigirin.”
Dibe ku ev kes bihev re êrîşan dijî Elewî û Krîstîyanan bikin û bêrêzîyê li wan bikin, el Temîmî ji Dengê Amerîka re got.
Roja Duşemê, çekdaran dareke Krismisê li bajarokê Suqeylebiya li parêzgeha Hamayê şewitand. Demûdest piştî êrîşê, HTŞ daxuyanîyek derxist, tê de got ku kesên gunehbar biyanî bûn û dê werin cezakirin.
Tevî ku hejmara wan ya durist ne diyar e, çekdar ji gelek welatan tevlî refên HTŞ bûne, bi taybet Uygurên Misilman yên ji devera Xinjiang ya Çînê.
Aaaron Zelîn, lêkolerê komên Îslamî li Enstituya Washington ya Siyaseta Rojhilata Jêrîn, da zanîn ku ti nîşanên rikaberîyê li nav refên serekî yên HTŞ hember helwesta nerm ya el Jolanî derneketine.
“Heta eger hinek kesên li qiraxa herî rastê ji wan aciz bin, pêkan e ku HTŞ û hikûmeta wî wan demkî wan bigirin eger ti kiryar kirin. Ez bawer dikim niha gelek nîqaş û gengeşeyên navxweyî hene derbarê wê yekê ka çiqasî dûr ew dikarin herin. Herwiha pirs li cem hinek kesan jî hene, wekî ka em li bendê bin ku wê çi bibe heta veguhestin bidawî bibe. Eger ev tenê gavek be jibo bîragiştî, hingî dibe ku em hinek cudahî, guhertin û reaksyonan bibînin,” Zelin got.
HTŞ hikûmeteke demkî destnîşan kiriye ku piranîya endamên wê dilsozên wê rêxistinê ne. Ev hikûmet dê karûbarên welêt heta 1’ê Adara 2025’an birêve bibe. Ew dem hatiye destnîşankirin jibo destpêkirina qonaxa veguhestinê.
Caroline Rose, lêkolera Enstituya New Lines li Washington, bawer dike ku “dawîya dawî ewê el Şara’ alîyên tundrê di nav HTŞ, hikûmeta demkî û hikûmeta pitşî 1’ê Adarê de bide alî.”
Rose ji Dengê Amerîka re dîyar kir ku ev nêzîkahî dê kar bike eger hikûmetên biyanî “peywendîyan asayî bikin, toleyan ji ser hinek sektoran rakin û wan ji lîsta terorê hilînin, wekî derfet jibo handana guhertina rabûnûrûniştinan.”