Hêzên Sûriya Demokrat di Kampa Holê de Dest bi Opresayona Ewlekariyê Dike

Malabtên DAIŞê li Kampa Holê

Berpirsên Kurdan û Çavdêriya Sûrî SOHR dibêjin, Hêzên Kurdî di operasyonek ewlekariyê de roja Yeklşemê 10an kes li kampa Holê girtine bi tawana endametiya Dewleta Îslamê DAIŞê li bakurê rojhilatê Sûriyê.

Al-Hol mezintirîn wargeh e ku ji hêla karbidestên Kurd ve tê kontrol kirin, yên ku hişyarî didin ku ew kamp bermîlek barûtê ya tundrêya ne, piştî 10an tawanên kuştinê li kampê çêbûne ji destpêka vê sale.

Nêzîkî 62,000 kes, ku piranî jin û zarokinên ji malbatên Îraqî, Sûrî û bi hezaran ji Ewropa û Asya bi gumanên têkiliyên malbatî bi şervanên DAIŞê re di wê kampê de dijîn.

Ramî Abdul Rahman, serokê Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan ku bingeha wê ya sereke li Brîtanya dimîne dibêje "Zêdetirî sîh jin û mêr hatine girtin" di operasyonek berfireh de ya li dijî-DAIŞ'ê li derûdora kampa Al-Hol.

Ramî Abdul Rahman heriwa got. "Girtin berdewam dikin" wekî beşek ji operasyona Hêzên Sûriya Demokrat HSD'ê ya ku bi rojan tê encam dan, ku hêza sereke ya şerker ya Rêveberiya Xweser ya Kurdane, herwiha hêzên Yekîneyên Parastina Gel YPG'ê û polîsên navxweyî jî beşdariyê di opresayonê de dikin.

Hin kesên Sûrî û biyanî hatine girtin ku "bi gomanên piştgîriyê didin DAIŞ'ê", Ramî Abdul Rahman got.

Karbidestên Hêzên Sûriya Demokrat HSD'ê operasyonê piştrast dikin û dibêjin, herî kêm heta 10 rojên din jî operasyon dê dom bike.

Koalîsyona Navnetewî ya li Dij DAIŞ'ê bi pêşengiya Amerîka dibêje, ew piştgiriya "îstîxbaratî, çavdêrî û keşfê" dide hevalbendên xwe yên HSD'ê.

peyvdarê hevpeymnaiya Navnetewî Wayne Marotto gotiye ajansa nûçeyên Fransî AFP "Armanca vê operasyona HSD'ê xirabkirin û têkdana çalakiyên DAIŞê ne di nav kampê de ji bo dabînkirina ewlehî û aramiya rûniştvanên kampê".

Di daxuyaniyek cûda de, hevbendiyê got ku operasyona Kurdî aramnca wê dîsan ewe ku "şiyanên rêxistinên civaka sivîl zêde bikin da ku bikarîn alîkariyê bigehînin rûniştvanên di kampê de ku hewcedariyek zêde bi wan alîkariyan heye".

Adara sala 2019ê Hêzên Sûriya Demokrat û Hevpeymanan jinavbirina Xîlafeta DAIŞê ragihand bû, piştî ku bingeha wan ya herî dawî li gundê Baxûza rojhilat hat kontrol kirin û 10 hezaran çekdarên DAIŞ'ê û alîgirên wan tevî malabtan xwe radest kirbûn.

Li wê demê, hin çekdarên DAIŞ'ê reviya bûn biyabana berfireh ya di navbera Sûriyê û Îraqê de, û ji wir êrîşên xwe berdewam dikin.

Your browser doesn’t support HTML5

Operasyona Ewlehiyê li Kampa Holê

Hêzên Sûriya Demokrat HSD'ê dema di vê hefteyê li bîranîna berî 2 salan ya têkbirina DAIŞ'ê li Baxûz aheng digêran gotin"Kontrol kirina erdê herî dawî ji DAIŞ'ê li bakurê rojhilatê Sûriyê nayê wateya bidawî hatina DAIŞ'ê."

HSD'ê herwiha got"Metirsîya Dewelta Îslamê DAIŞ'ê hêjî heye di nava êxsîrên girtî di girtîgehan de û herwiha malbatên wan yên di kampan de."

Weke Çavdêriya Sûrî dibêje li gorî şopandina wan ji destpêka salê heta niha di kampa Holê de nêzî 40 tawanên kuştinê çêbûne.

Vê jî bixwîne: HSD Weke Tolhildan 5 Endamên Grûpa Çekdar ya Alîgira Tirkiyê Dikuje
Vê jî bixwîne: Pentagon: Hêzên Amerîkî jibo Şerê Dijî DAIŞ'ê li Sûrîyê Ne
Vê jî bixwîne: Rêvebirîya Bakur û Rojhilata Sûrîyê bi Tundî Bersîva Îdiayên Rejîma Sûrî Da
Vê jî bixwîne: Çavkanîyeke HSDê Radestkirina 100 Girtîyên Daişê bo Îraqê Piştrast Dike
Vê jî bixwîne: NY Bang li 57 Welatan Dike ku Jin û Zarokên li Kampên Sûrîyê Wergirin