Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavkanîyeke HSDê Radestkirina 100 Girtîyên Daişê bo Îraqê Piştrast Dike


Çavkaniyek HSDê ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji Dengê Amarîka re tekez kir ku di sê rojên derbasbûyî de HSDê 100 Daişîyên Îraqî radestî hikûmeta Îraqê kirin.

Li gorî agahîyan, girtîyên Daişî bi rêya dergehê sînorî yê Tilkoçer hatin radestkirin bo desthilatdarên Bexdayê.

Hêjaye gotinê ye, li girtîgehên HSDê nêzîkî 11 hezar çekdarên Daişê hene ku ta neha neçûne pêş dadgehekê, ew çekdar ji 54 welatane ,li gorî aghaîyan ku pirranîyan Sûrî û Îraqî ne.

Her wisa nêzîkî 70 hezar malbatên Daişê li kampa Holê hene, ku piranîya wan Sûrî û Îraqî ne.

Li gorî jêderên cihêreng yên rêvebirîya xweser, himkûmeta Bexdayê rê nade vegera wan mlabatên Îraqî yên ku li kampa Holê dimînin.

Şopîner bawer dikin ku pirranîya welatan red dikin ku welatîyên xwe yên tevlî Daişê bûne û li girtîgehên Bakurê Sûrîyê dimîn in wer bigirin.

Şopîner Dilbirîn Xelo dibêje radestkirina hejamara dawî ya çekdaran bû piştî fişara koalasoyonê ya ser hikûmeta Îraqê.

Ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

Raporta Deng/Zana Omer
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:25 0:00


XS
SM
MD
LG