Wezareta Karê Navxweyî ya Tirkiyê bi îdiaya ku "Piştgiriya rêxistina terorê dikin û bi rêxistinê re di nav peywendiyê de ne" Şaredarên Bajarê Mezin yê Amedê Adnan Selçuk Mizrakli, yê Mêrdînê Ahmet Turk, ya Wanê Bedia Ozgokçe ji karên wan hatin girtin û waliyên wan bajaran weke qayum hatin wezîfedar kirin.
Di daxuyaniya wezaretê de hatiye destnîşankirin "jibo selametiya lêpirsîn û dozên di heqê Şaredaran de hatine vekirin, li gorî xala 127emîn ya Destûra Bingehîn, jibo tedbîrê Şaredar jikar hatine dûrxistin û di ciyê wan de wekîlên wan hatine erkdarkirin."
Wezaret şaredaran tawanbardike û dibêje "Tê xwestin hin şaredariyan bikin navendên lojîstîk jibo piştevaniya rêxistina terorê."
Hevşaredarê Amedê Adnan Selçûk Mizraklî derbarê biryarê got "Ev biryar ne tenê jikar dûrxistine, di heman demê dê berê Tirkiyê dê bide rêyek cuda ku ev yek jî têkbirina demokrasiya Tirkiyê ye."
Di ciyê Şaredarê Amedê de, Waliyê Amedê Hasan Basrî Guzel weke kayum hat tayînkirin. Li ciyê Ahmet Turk jî waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman tayîn bû. Waliyê Wanê Emîn Bîlmez jî tayinê ciyê şaredara Wanê Bedia Ozgokçe kirin.
Ji aliyê dinê ve Wezareta Karê Navxwe ragihand ku li 29 bajaran 418 rêvebirên HDP û DBP hatin desteserkirin.
Di hilbjartina 31ê Adarê de Adnan Selçûk Mizraklî sedî 63, Ahmet Turk sedî 56, BediaOzgokçe ji sedî 54 deng sendin û bûn şaredar.
Your browser doesn’t support HTML5