Tê çaverê kirin ku pêşbirkêyek tund di navbera lîsteyên partiyên siyasî û berbijarên serbixwe da di hilbijartinên pêşwext yên plankirî li Îraqê di meha 6 ya sala 2021ê da.
Serokwezîrê Îraqê Mustefa Al Kazimî piştî dest bikar bû, biyara hilbijartinên pêşwext da û li parlemenê hat erê kirin û Rêberî olî yê şîayên Îraqê Ayetullah Alî Sisitanê dema bi perpirsa Netewên Yekbûyî re li Îraqê hefteya borî dîdar pêkanî piştevaniya biryara hilbijartinên pêşwext kirbû.
Jibo hilbijartinên pêşwext ku dema wê meha 6 ya salal 2021ê hatiye destnîşan kirin, her ji niha milmilanê keftîye di nava listên patiyan û take kesên ku dixwazin li ser navê xwe bikevin di pêşbirkêya hilbiajtinan da bi taybet eger sistema bazneyan û navendên biçûk hate erê kirin ku rê bide take kesan xwe kandîd bikin.
Tê çaverê kirin ku kesayetiyên ronakbîr, çalakvan û kesayetiyên serbixe yên naskirî, bi taybet çalakvanên di xwepêşandan da ketine pêş xwe kandîd bikin, dê metirsî hebe ku partiyên siyasî û pêkhateyên siyasî yên Îraqê dengên xwe kêm bikin.
Di hilbijartinên berê da li Îraqê piraniya çalkvan û kesayetiyan di nava listên partiyên cûda da xwe kandîd dikirbûn, lê dibe vê carê ewê li derveyî listên partiyan bikevin di pêşbaziya serkeftina hilbijartinan da.
Emîn Bekir Şêwirmendê Seroaktiya Parlemena Îraqê weha dibîne ku di hlibijartinên dahatî da dê pêşbirkêyek bihêz di navbera kandîdên hizbî û yên serbixwe de çê bibe.
Vê jî bixwîne: Sîstanî bo Îraqê Banga Hilbijartina Pêşwext Dike Vê jî bixwîne: Herêma Kurdistan Îraqê Hilbijartinên Parlemanî Birêve Dibe Vê jî bixwîne: Dengên Hilbijartina Îraqê Jinûve Têne JimartinHilbijartinên bazneyî û kandîd kirina kesên serbixwe dûr ji partiyên siyasî yên heta niha di qada siyasetê dabûn yek ji daxwazên xwepêşandanên Îraqê bûn.
Bi rêya kandîdên serbixwe xelkê nerazî dixwazin Îraqê biguherînin, ji partiyan dûr bikevin û kesên serbixwe hilbijêrin, ev rengeke ji reng û guherînên ku dê pêşbirkê di nava texa berê ya partiyên siyasî û texa nû da li Îraqê rû bidin.
Herwiha ew metirsî ji heye ku sîstema bazneyî û navendên biçûk rê xweş bikin bû eşîretan û bi rêka dengên eşîretê gelek kandîd di hilbijartinan da serkevin, bi taybet li hin herêmên Îraqê eşîretê rolek bi hêz heye.
Behar Mehmûd, endama Komîta Yasayî di parlemena Îraqê da zelal dike ku sistema takekesî û bazneyî dê bibe sedem ku êşîrgerî li Îraqê zindî û xurt bibe, herwiha hêzên siyasî jî ji eşîret û kesên serbixwe destnîşan bikin û bêjne alîgirên xwe dengê xwe bidin wan.
Li Îraqê gelek listên siyasî hene, ji wana lîsta Sayîrûn ya girêdayî Tevgera Sedriyan hilbijartina li ser bingha kandîd kirina take kesî û bazneyî erê kirîye, ew dibêjin, ewê nêzî 100 kursiyên parlemenê qazanc bikin, lê piraniya lîstên din yên siyasî naxwazin sistema bazneyê hebe.
Emîn Bekir dibêje, hêzên biçûk li dij sistema bazneyî ne, jiber ku ew nikarin di bazneya biçûk da dengan jibo serkeftina berbijarên xwe bidest bixin, wî çaxî dê dengên wan herwe çin.
Bekir dide zanîn ku hêz û lîstên mezin di hilbijartinên berê da gelek sextekarî dikrin û qazanc dikir, niha û di sistema nû da nikarin sextekariyê bikin û hêjî ligel wê sistemê tecrûba wan kême, ji xwe ditirsin ku dengên xwe hinda bikin.
Your browser doesn’t support HTML5