Komîsyona Hilbijartinê ya Îraqê jinûve dest bi jimartina dengên hilbijartina parlamentoyê ya meha Gulanê kir.
Jimartina dengan li li Kerkuk ya li bakurê Îraqê destpê kir.
Jiber jinûve jimartina dengan li ber e ku avakirina hikûmetê dereng bibe.
Piştî Saddam Huseyîn, di 12’ê Gulanê de cara çaran hilbijartin li dar ket û di sala 15 salên dawî de Îraqî bi rêjeya herî hindik beşdarî hilbijartinê bûn.
Kanala dewletê ji jimartina dengan dîmen weşandin. Komîsyona Hilbijartinê ya Îraqê dide zanîn ku di rojên pêş de ewê li 6 herêmên din jî jimartina dengan bikin.
Jiber îdiayên ser fenên di hilbijartinê de û xirabebûna makîneyên elektronîk yên dengdanên jinûve jimartina dengan hatibû xwestin.
Dadgeha Bilind ya Îraqê meha borî biryar dabû ku beşekî dengan were jimartin, lê parlamentoyê dixwest ku hemî deng werin jimartin.
Jimartina dengan dê çend rojan bidome, hîn ne eşkere ye.
Li gor encamên pêşî yên hilbijartinê, tifaqa rêberê Şîa Mukteda el Sadr ji 329 kursîyên parlamentoyê 54 bi dest xistibûn û dijî rikeberên xwe bi ser ketibû.