Piştî derbasbûna Tirkiyê û hêzên alîgirên wê yên opozisyona Sûrî bo Efrînê, siberoja bajêr bû cihê rakêşan û gotûbêjan.
Di demekê de ku encûmenên xwecihî yên sivîl têne avakirin ji bo alîkarî û xizmeta xelkê, hin alî li dor pilanên guhertina demografîk li wir, metirsiyên xwe derdibirin.
Jimareke mezin a xelkê hîn bêşûnûwar in û ditirsin vegerin nav malên xwe.
Hin alî dibêjin vegera xelkê pêwîstiyeke ku dê rê li guhertina demografîk bigre.
Di navbera metirsiya vegerê û jiyana derbederiyê de, pêwîste xelk kîjan rê hilbijêrin?
Kiryar û şêwazê danûstandina desthilatdariya nû ya Efrînê bi xelkê re çawaye?
Xelkê ku naxwazin vegerin, çi bijarên altenatîf li pêş wan hene?
Encûmenên sivîl ên herêma Efrînê dikarin çi bikin ji bo xelkê?
Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê babetê:
Mihemed Sîdo, cîgirê serokê encûmena sivîl a bajarokê Bilbilê û Kadar Pîrê rêvebirê rêxistina Kurd bê Sînor ku li Fransa dimîne.
Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng vekin
Your browser doesn’t support HTML5