HDP Rewşa Saxlamîya Demîrtaş ji Hikûmeta Tirkîyê Dipirse

Hevserokên HDP’ê Sezaî Temellî û Pervîn Buldan li ser rewşa saxlemîya Selahattîn Demîrtaş daxuyanîyek belav kirin.

Hevserokên HDP’ê ji Wezareta Dadê pirsa rewşa dawî ya saxlemîya Demîrtaş dikin û dibêjin ku çi pirsgirêk li pêş veguhastina wî ya ji nexweşxanê re heye.

Temellî û Buldan helwesta karbidestan rexne dikin û dibêjin ku ew xemsarî nayê qebûl kirin.

Yek ji endamên Yekîtîya Doktorên Tirkîye (TTB) Dr. Halîs Yerlîkaya ji Dengê Amerîka re got ku heta niha ti nexweşîyeke girîng yê Demîrtaş tunebû.

"Peymanên parêzeran jî nîşan didin ku dibe rewşeke cidî hebe. Hêşt roj li ser derbaz bûye ku ev xetereyeke mezin e. Divê demûdest, berî ku pirsgirêkên saxlemîyê mezintir bibin, wî veguhezînin nexweşanê."

Li gorî agahîyên dawî, Serdozgerîya Edîrneyê wê derbarê rewşa Demîrtaş daxuyanîyekê belav bike.

Your browser doesn’t support HTML5

KHF_HDP_Saxlemîya_Demîrtaş