HDP di boykotkirina parlamentoyê de di roja sêyê de ye û polîs astengîyan derdixe ku rûniştvanên Amedê beşdarî çalakîyên HDP’ê nebin.
Çalakîya îro û xwendina daxuyanî li Meydana Derîyê Çîyê çêbû û Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan jî bedar bû.
Buldan got ku divê Tirkîye demûdest ji nav axa Sûrîye derkeve û wê devera bin kontrola xwe radestî gelên Sûrîye bike.
Wê bi berdewamî got ku pêdivîya gelên Sûrîye û Tirkîyê bi aştî û demokrasîyê heye, ne bi şer.
Buldan behsa Peymana Soçîyê jî kir û got ku ger desthilatdaran lihevkirina Dolmabahçe ya dema pêvajoya çareserîyê înkar nekira, ewê hewceyî peymana bi Rûsan re jî nebûna.
Hun dikarin li ser fayla deng guh bidin agahîyên zêdetir.